Ji jinên Kurd bo PE’yê bang: Bila Komkujiya Parîsê aşkere bibe
Ji jinên Kurd bo PE’yê bang: Bila Komkujiya Parîsê aşkere bibe
Ji jinên Kurd bo PE’yê bang: Bila Komkujiya Parîsê aşkere bibe
Meclîsa Jinên Kurd a Alsas Loren a Strasbourgê ji bo di demek zû de komkujiya Parîsê ku di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin bê ronîkirin li ber Parlementoya Ewropayê çalakiya girseyî ya bi sernava “Em Edaletê Dixwazin” li dar xist.
Bi boneya ronîkirina Komkujiya Parîsê ya ku 9’ê çileyê pêk hat û di encamê sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan, jinên Kurd li ber Parlementoya Ewropayê ya li bajarê Franse Strasbourgê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya jinên Kurd a bi pêşengiya Meclîsa Alas Lorenê pêk hat posterên Ocalan, alên KJB û wêneyên her sê jinên Kurd hatin hilgirtin.
Her wiha di çalakiya jinan de pankarta “Jin Jiyan Azadî” hate hilgirtin. Çalakiya jinên Kurd li rastî axaftina Serokkomarê Franse François Hollande ku weke mêvan beşdarî Lijneya PE’yê bû hat.