Ji jinên hunermend li dijî komkujiyê bertek

Ji jinên hunermend li dijî komkujiyê bertek

Yekitiya Hunermendên Jin yên Ewropayê, qetilkirina 3 jinên siyastmedar yên kurd ya li paytexta Parîs a Fransyê pêk hat şermezarkirin û bang li hemû kesî kirin ku sibê tevli merasîma oxirkirinê ku pêk tê bibin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez derkevin holê. Di daxuyaniyê de ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez wiha hat gotin:

“Di nav wan de damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz hebû û Cansiz di meşa azadiyê de bê navber pêşengî kir. Wek jinekê, wek şoreşgerekê û wek jineke ronakbîr her tim pêşengî kir. Sakîne Cansiz di qada hunerê de têkoşîna xwe meşand û gelek girîngî dayê. Di sekna xwe ya hunerî xwedî li çanda jinan derket û ji bo me hemûyan mîrateyeke mezin hiştiye.

Fîdan Dogan; Ji ber ku ji koploya Navnetewî ya ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, encam derxist tevlî tevgera azadiya kurd bû. Di demeke dikin de di kesayetiya wê de pêşveçûneke mezin çêbû. Xebatên ku dimeşandin jî bi coş, moral, kelecan û biryareke mezin dimeşand.

Layla Şaylemez; ji zarokatiya xwe de di nav koma govendê de cih digirt. Kevneşopiya çanda kurd di kesayetiya xwe de meşand û di temenê xwe yê ciwan de têkoşîna azadiyê bi reng û rîtma reksa kurd re meşand. Di demek kurt de bû xwedî îradeyeke mezin.

Sakîne Cansiz ku pêşenga têkoşîna azadiya jina kurd bû, Fîdan Dogana ku îdeolojiya azadiyê gihand jin û gelên Ewropayê, Leyla Şaylemeza ku hemû cerebandinên jinên kurd di jiyana xwe de bi cih kir, dê di nava nirxên herî pîroz yên vî gelî de cih bigirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku divê hemû kurd tevli merasîma cenazê ya her sê jinên kurd ya li Parîsê pêk tên bibin û wiha hat gotin: “Ev deynê me ye ku divê em van her sê jinan siyasetmedarên kurd bi heybeteke mezin oxir bikin. di serî de jin û hemû hunermend divê di 15’ê çile seat di 11.00’an de li cihê merasîma cenazeyê amade bin.”