Ji jinan kampanya bila ‘8'ê Adarê bibe betlaneya fermî’

Ji jinan kampanya bila ‘8'ê Adarê bibe betlaneya fermî’

Jinên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'î diyar kirin ku, ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî kampanya dan destpêkirin.

Jinên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'î têkildarî kampanyaya ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî li Navenda Giştî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Lijenya Rêveberiya TTB'ê Fîlîz Unal Încekara, Sekreteriya Jinê ya KESK'ê Canan Çalagan, Endama Lineya Rêveber a TMMOB'ê Ayşegul Îbîcî Oruçkaptan, Endama Lijneya Rêveber a Emeklî-Sen'ê Nevîn Kiziloz û gelek jinên sendîkay tevlî civînê bûn.

Endama Lijenya Rêveberiya TTB'ê Fîlîz Unal Încekara li ser navê saziyan daxuyanî xwend û diyar kir ku, jinên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB’î pergala kampîtalîst, desthilatdariya zilam, depisandina û metîngeriya dubendî qebûl nekirin û xwestin 8'ê adarê bibe betlaneya fermî.

Încekara anî ziman ku, li ser bedena jinê hemû gotin û maf ayîdî jinê ne û divê desthilatdarên siyasî destên xwe ji bedena jinê bikêşin û wiha got: “Divê wezareta polîtîkayên civakî û malbatî bê rakirin û Wezareta Wekhevî û Jinê bê avakirin. Divê hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya jinê, sendîkabûnê û rêxistinbûnê bên rakirin."

Încekara da zanîn ku, piştî bernameyên 8'ê Adarê û hevdîtinên têkildarî kampanyayê yên bi wekîlên partiyên siyasî yên jin re pêk anîn dê agahiyan bibin.