Ji Ceniyê kampanyaya 'Em edaletê dixwazin!'

Ji Ceniyê kampanyaya 'Em edaletê dixwazin!'

Buroya Aştiyê ya Jinan a Kurd Cenî ku navenda wê li Dusseldorfê ye, bi armanca ku komkujiya Parîsê ronî bibe di bin navê ‘Em edaletê dixwazin de’ kampanyayek hat destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de her roj dê ji Wezareta Karê Hundir û Edaletê ya Fransayê re name, faks, mail û kartên posteyê bên şandin.

Buroya Aştiyê ya Jinan daxuyanî da û wiha got: “Di 9’ê Çile de di serî de sazî û rêxistinên jinan yên Kurdistanê û hemû rêxistinên jinan yên navnetewî, jin, dostên kurdan, raya giştî ya demokratîk ev komkujiya hovane êşa wê kişandin û bandorek mezin li ser me çêkir. 3 siyasetmedarên kurd û têkoşînên azadiyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmez bi awayekî hovene hatin qetilkirin.”

Saziya Cenî destnîşan kir ku heta ku ev komkujiya hovane berpirsên wê dernexînin û nedarizînin dê têkoşîna wan bidome û wiha berdewam kirin: “Gelê kurd û jinên kurd di vê mijarê de gelek hesas in. Dewleta Fransayê bila tenê ne kujeran, divê hêzên tarî û dewletê li pişt vê komkujiyê derxîne holê. An jî dê gumanên li ser xwe rizgar nebe. Ev saziya kurd ya ku 24 saeta ji aliyê îstîxbarata Fransayê ve tê şopandin, çawa dibe ku bûyerek wisa lê diqewime. Gelê kurd û jinên kurd di vî alî de Wezareta Karê Hundir û Edaleta Fransayê berpirs dibîne.

Ev komkujiya li Parîsê pêk hatiye dilê her kesî êşandiye. Piştî vê komkujiyê ji her çar aliyên cîhanên jinan, kesên têkoşîna azadî-wekheviyê dimeşînin, gel û aliyên siyasî xwestine bûyer ronî bibe.

Di daxuyaniyê hate gotin ku ew wekê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd di bin bana ‘Em edaletê dixwazin’ de her roj dê bi name, faks, maîl û qertan daxwazên xw ji Wezaretê Dadê û Karê Hundir ya Frasayê re bişîne.

Cenî da zanîn ku ew di serî de bang li hemû jinên kurd, gelê kurd û hemû dostên wan dikin ku ji Fransayê re name, faks û maile bişînin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kartên postayê dikarin ji Buroya Cenî bên temînkirin.