Xwendekara Zanîngeha Îstanbûlê Meltem Yagmur Bovkir, ku xwest di girtîgehê de perwerdeya xwe bidomîne, li rastî astengiya “berdewamkirina dersê” hat. Bovkira ku di meha cotmehê de ketibû ezmûnê, diyar kir ku ev biryara Rektoriyê “aqilê mirov raneke.”
Meltem Yagmur Bovkir a ku pûla yekemîn a Beşa Rojnamevanî ya Zanîngeha Îstanbûlê ya Stenbolê dixwend, ji ber reda xwe ya wijdanî ragihand û daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî kir, sibata 2011 bi hinceta endama DYG’ê ye hate girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.
Mafê perwerdeyê yê Bovkira ku 2 sal in ji aliy 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve tê darizandin jê hatiye girtin. Bovkir vê carê jî li rastî biryareke sosret ya zanîngehê hat. Bovkir ji bo ezmûnên pûla duwemîn bibe, serî li zanîngehê da û serldana wê hate qebûlkirin. Di meha mijdarê de jî bi awayeke serkeftî tevlî ezmûnan bû, lê piştî mehekê biryarek zanîngehê ya ku spartibû YOK’ê (Lijneya Bilind a Hîndekariyê) jêre hat û vê carê li rastî astengiya “berdewamkirina dersê” hat.
DI MEHEKÊ DE ÇI GUHERÎ?
Meltem Yagmur Bovkir a 23 salî ku di Girtîgeha Bakirkoyê de ye, ji bo perwerdeya xwe bidomîne, di cotmeha 2012 de serî li Zanîngeha Îstanbûlê da û xwest tevlî ezmûnan bibe. Piştre serlêdana wê hate qebûlkirin û roja 16-28’ê mijdarê ji bo tevlî ezmûnan bibe, bi wesayita rîngê çû zanîngehê û tevlî ezmûnan bû. Bovkir bi serkeftî ezûnan derbas kir. Ji bo ezmûnên fînalê yên ku dê 7-18’ê çileya 2013 pêk bên dest bi amadekariyan kir. Lê rêveberiya zanîngehê jêre nivîsek şand û ew matmayî hişt.
Nivîsa bi îmzeya ji dekanên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Aydemîr Okay rê nade ku Meltem Yagmur Bovkir tevlî ezmûnê bibe. Di nivîsê de tê gotin ku divê Bovkir tevlî ezmûnan bibe, ger tevlî dersan bibe, nikare tevlî ezmûnan jî bibe.
Meltem Yagmur bovkir got: “Ev du sal in ez bi awayeke nehuqûqî di girtîgehê de têm ragirtin. Ev yek jî ne bes bû, niha jî dixwazin me di hemû waran de tecrîd bikin, mixabin sîstemê xwe di dibistanan ku ez lê dixwînin de jî nîşan da” û pirsa “Gelo di mehekê de çi guherî ku mafê min hat xwarin?” pirsî.
Parêzerê Bovkir li Dadgeha Îdarî ya Stenbolê doz li Rêveberiya Zanîngeha Îstanbûlê vekir û bal kişand ku ev helwesta zanîngehê hem ne huqûqî ye û hem jî helwesteke keyfî ye.