Ji bo Şaylemez li Halleyê mewlud hat dayîn
Ji bo Şaylemez li Halleyê mewlud hat dayîn
Ji bo Şaylemez li Halleyê mewlud hat dayîn
Malbata Leyla Şaylemez ya ku du hevalên xwe li Parîsê hate qetilkirin, li bajarê Halle ya Almanyayê mewlud hat dayin.
Mewluda li Komeleya Çanda Kurd ya Mezopotamyayê ya Haleyê hate dayin ji barên wekê Magdeburg, Leîpzîg, Dresden û gelek bajarên din kurd tevli bûn. Di mewludê de Şaylemed û hevalên wê yên ligel wê hatin qetilkirin hatin bibîranîn û nûnerên YEKKOM’ê Abdullah Efe û ji Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Mele Eşref amade bûn.
Di axaftinên hatin kirin de komkujî hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku dê bi hêzeke mezin xwedî li têkoşîna şehîdên gelê kurd derkevin.
Piştî mewludê xwarin hate dayîn û mewlud bi dawî bû.