Ji bo Leylayê kampanyaya îmzeyan
Ji bo Leylayê kampanyaya îmzeyan
Ji bo Leylayê kampanyaya îmzeyan
Rayedarên Almanyayê dest ji Sultan Karayigît (Leyla) ku dema di 14 saliya xwe de tevli çalekiyekê bûye û bi hinceta ku dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ qîriyaye, bernade. Karayîgîta 20 salî ku ji bo Almanyayê weke xeterî tê dîtin, bo wê biryara dersînorkirinê hatiye dayîn. Ji bo ku bo Karayîgît destura rûniştinê bê dayîn kampanya hat destpêkirin.
Jina ciwan ya bi navê Sultan Karayîgît ku wekê ‘Leyla’ jî tê nasîn bi salan e li gel malbata xwe li bajarê Nurnberg a Almanyayê dijî. Leyla ligel temenê xwe yê ciwan bi salane têkoşîna hiqûqê dimeşîne. Leyla di 14 saliya xwe de tevli xwepêşandanên Mala Medya ya Komeleya Kurd ya Nurnberg dibe. Bi hincetên ku Leyla tevli di temenê xwe yê 14-16 salî de tevli pêşendanê bûye û dirûşme qêriyaye, bi salan bi xeteriya dersînorkirinê re rû bir û ye.
Ji ber hedefgirtina Polîsan demek berê dema wê xwe runiştinê nehat dirêjkirin û ev 2 sale cihên peywendîdar ên Almanyayê der barê wê de biryara dersînorkirinê girtin.e Daîreya Peneber û Koçberan ku perwerde û zanîna ziman ya Almanî ya Leylayê li ber çavan nagire û her wiha li gorî lîsteya polîsan a bi ‘xeter’ tevdigere û destûra runiştinê dane.
Piştî ku rewşa li Leylayê li Almanyayê di çapemeniyê de derket rêxistinên civaka sivîl û lijneyên mafên mirovan ev demeke kampanyaya dimeşîne. Kampanyayek bi navê ‘Bila destûr ji bo runiştina Leylayê bê dayîn’ hat destpêkirin û ev demeke didome. Her wiha li ser înternetê jî kampanyayek hat destpêkirin dikare ji vê navnîşana înternetê piştgirî ji bo Leylayê bê dayîn. Kesên piştgiriyê bidin dikarin Îmzeyên bavêje daxwaznameya ‘Bila desturê bidin runiştina Leyla’. Navnîşan wiha ye;
https://www.openpetition.de/petition/online/bleiberecht-fuer-leyla-aufhebung-des-ausweisungsbeschlusses-der-stadt-nuernberg-gegen-sultan-karayig