Ji bo kursên Kardelenê eleqeyek mezin
Ji bo kursên Kardelenê eleqeyek mezin
Ji bo kursên Kardelenê eleqeyek mezin
Li Mala Jinan a Kardelenê ku girêdayê Şaredariya Baglar a Amedê ye kursên wekî kuafor û dirûtin hatinê vekirin ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek mezin tê.
Li Mala Jinan a Kardelenê ji xeynê van kursan, semînerên wekî zayendiya civakî, mafên jinan, tenduristiya jinê, ragihandin û li ser tundiya li hemberî jinê perwerdehî tê dayîn. Li Mala Jinan ji bo perwerdeyiya dibistana devre ya lîseyê jî sertîfîkayên wekî bîlgîsayar, dîlanên gel, perwerdeyiya pêş dibistanî, kursa zimanê kurdî û kursên wêneyan tên dayîn.
Di çarçoveya projeyên meslekî de ji 25 jin perwerdehiya, kuafor, 12 jin jî ya dirutinê dibînin. Rêveberên Mala Jinan di derbarê xebatan de agahî dan û diyar kirin ku kursên ku tên dayîn dê heya meha adarê bidome û ji bo serdema nû jî serlêdanên nû dê bigrin. Rêveberên Mala Jinan bilêv kirin ku ew ê hewl bidin ku ji bo ciwanan jî kursên pîşeyî vebikin.
Jinên ku tevli kursên kuaforê û dirutinê dibin, di axaftina xwe de diyar kirin ku ji bo ku hînbibin dixebitin û ji encamê jî kêfxweş in.