Ji bo dê û lawekî-Fatma Savci

Ji bo dê û lawekî-Fatma Savci

-Şurikê deriyê zîlanî ji ber hat kişandin. Dilên di bîna pelkên gwîzê de razayî, rihên di hêwanê kevnar de, di kevirên neqişandî de şaxdayî, bi xencerên destik zîvî birîndar kirin. Gulleyên risasî di destên Qisasan de marên ziha ne, bi roniya çavê zarokan ve didin. Destên wan î ji  xezebê , li vî kendalê ku em jê re dibêjin welat, demsalên me ji xwîn û xweliyê çêdikin. Na em nasekinin, xewna xwe li gergefa ji dara hinarê dikin û rîsê wê bi xwîna jana xwe reng bi reng dikin. Hey ku em ji destdirêjahiya bindestiyê razî nîn in, lê çirayên me di bin barana gulleyan de kwîr, diranên peyva me ya zêrîn kuh dibin. Lê ma em ê çima gazinan bikin? Em çûkên berfê ne, yên li ser şaxê xewneke qaçax hêwirî ne…

-Lê Çiyayiyo!

-Em ne guliyên darbehîveke şikestî ne. Dergûşên bajar û welatekî bi têl û tixûban birîndarkirî ne. Em li kendalê tenêtiyê, bi bêdengiya gerdûnê ne bizdiyayî ne. Lê em qewmekî li bax û bexçeyê Adenê jî dîl, bê zar û zeman in madem, de bila serdar destên xwe yên sar, di nav xwîna me kin her berêvar. De bila mirin şewkê xwe dirêjî dilên evîndarên me bikin her demsal…

-De bila jana sê karxezalên serjêkirî, li ser tabloyeke cîhana modern, bi xwînê xêzkirî li kolanê Parîsê ve daliqandî bin.

-De bila hemî qadên Îranê ji me re bikin Çarçira û stûnên sêdaran rêz bikin ji bejinrîhan û çavderyayên me re.

-De bila hewl bidin, Rojavayê me di serêkaniyê de “bi navê xwedê “ bifetisînin û  wek beytikan di kevçiyek av de bixeniqînin.

-De bila Kerkûkê bi bombe û têqînan çavtirsandî bikin û wek mêkeweke li ser hêlînê be, gefan lê bixwin.

Lê Çiyayîyo!

-Em qewmekî ji zilmê re nas, ji westanê re biyan, ji seknê re xerîb, û ji bindestiyê re xwînî ne.

-Em qewmekî  ji Mezopotamya konetir, qermîçonka li ser eniya dîrokê ne.

-Em ji birînê birîndartir, ji eşqê bi kedertir in…

Û Çiyayîyo!

-Ma xwene eyb e em bêjin?

-Çavên me wek ewrên li ber baranê, bi girî barkirî ne.

-Ma xwene şerm e em bêjin?

-Destên me yên rastê li stuyê cergê me  alandî ne û pişta çiyan ji ber çûyina we şikestine.

-Lê na, piştrast be. Çiraya ku bi xwîna we pêdikeve venemiriye û rûyê me nûrê, çavên me ronahiyê ji rihê we peyde dike.

-Lo Çiyayiyo!

-Ka em bihesibînin ku niha wext li Nisêbînê ne berêvarî ye. Şevîn e gerdûn, destên dagirkeran kin û çavên wan lempeyên vemirî ne. Em li ser çaxê ve biqevizin û vê birîna xwe bi mizgîniya azadiyê biguhêzin. Ma ne ji qozeqerê rengîntir in xeyalên te, ji çemekî dirêjtir in destên te. Ma ne tu buyî dilên çilmisî ji ezmanekî ewrewîn av didan. Ma ne tu nasê hemî nepenî û pêçeka çiyayê bagokê bûyî.

-Lo Çiyayiyo!

-Ma ne me gotibû, niha neçe!

-Wê azadiya bask hişîn sirekî xweş di guhên te de bigotana.

-wê sedsaleke jibîrbûyî dengê te yê dawidî, li bîranînên xwe barbikirana.

-Wê berîka Mêrdînê, bi rûkê xwe yê genimî ji te re bilîlandana. Bi sînga xwe ya şîn tu pêşewaz bikirana.

- Wê dayikan, bexçikek ji şekirok û kulîçeyên cejna azadiyê, li ser pişta hespekî qemer bikirana û ber bi çiyayê te ve bibezandana.

-Vê carê nebû çiyayiyo!

-Ma çi leza te hebû?

-Ne tû buyî cêwiyê wê deştê, pêçeka wê xakê û şêrê wî çiyayî bûyî?

-Ma ne tu bûyî, yê di derzên şevê re derbas dibûyî?

-ma ne tu bûyî yê di yek şevê de, di heft çeperên dijmin re, wek kîvroşekek berî dibihûrî.

Û Wa Çiyayiyo!

-Hemî li aliyekî, lê ma te dengê wî kalê nisêbînê jî nedikir, wexta destê xwe da ber guhê xwe û berê xwe da çepera te û bang li te kir: “Şêrîno! Lawoooo xwe bigire. Ez dexîlê te me xwe bigre. Hema heta ku reş bikevê erdê…! “

-Û diya te ya ku zagonên dê û xwedê  tevî hev nekirî. Diya te ya ku xwe ji herkes û her tiştî bêminet kirî û kêliya mirina xwe li gor dilê xwe amade kirî. Diya te ya ku li bendî beranê xwe yê çargwirçik û qumandarê xwe yê nebînayî mayî….û diya te ya ku bi çûyina te re şûr li hemî ayetan kişandî…Diya te ya ku tu di gorê de jî tenê nehiştî…diya te ya ku nedikarîbû bê te bijî, ne jêdihat bê te bimre… gotina xwe ya dawî ji te re kir….

-Em û şev ji te naxeyidin Çiyayo!

-Lê xwezî te hinekî din dilê zarokan bi kenê xwe av bidaya.

-Havînan, li ser banê xaniyan, destanên Agîdiyê ji ciwanan re vegotaya.

-Ma ne te zanîbû, ku şevê Nisêbînê çiqasî bi stêrik in?