Her sê jinên kurd li Stockholmê bi civînan tên bibîranîn

Her sê jinên kurd li Stockholmê bi civînan tên bibîranîn

Komeleya Jinan a Amara ya Stockholmê  ku berê li Parîsê ji bo sê siyasetmedarên kurd yên jin çalakiyên protestoyî yên bi sedan kes tevli dibûn pêk dianîn, niha çalakiyên xwe li taxên Stockholmê belav dike. Di asta yekemîn de jinên kurd ên  li taxa Sollentuna û derdora wê ya Stocholmê  diman, civîn pêk anîn.

Wêneyên her sê jinan di civînê de hate danîn û ber wan bi kulîlkan xemilandin. Ji Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Tevgera Jinan a Ewropayê Zeynep Kurdistanî jiyan û têkoşîna her sê siyasetmedarên kurd vegotin.

Kurdistanî diyar kir ku Sakîne Cansiz ya ku pêşenga tevgera PKK’ê û Tevgera Azadiya Jinê bû, bû sembola jina bi rumet û xewna bi tirs  faşîzmê. Fîdan Dogan jî bi tecrubeya xwe ya dîplomatîk û siyasî  şoreşgereke ku xwedî taybetiyên rêxistinkirinê bû. hevala Leyla Şaylmez nûnereke ciwan a têkoşînê bû.

Kurdistanî da zanîn ku Dogan û Şaylemez ligel ku li Ewropayê ji dayik bûne û mezin bûne ji bo gelê kurd têkoşîn dane û di şexsê wan de pergalê îflas kiriye.

  Hemû jinên tevli civînê bibûn di axaftinên xwe de diyar kirin ku ew di hişmendiya girîngiya pêvajoyê de ne û gotin ew dê têkoşîna her sê jinên têkoşer bidomînin.

Piştre jinan ji hikûmeta Fransayê re qert şandin û xwestin kujer bên dîtin û bê darizandin.

Rayedarên Komeleya Jinan a Amara diyar kirin ku sibê dê saet di 13.00’an de li Esntituya Kurd ya taxa Varbgard û piştre jî li taxên din  yên Stockholmê çalakiyan pêk bînin.