Gulbihara felc çalakgera întîxarî hat îlankirin

Gulbihara felc çalakgera întîxarî hat îlankirin

Gulbihar Unlu ya k udi çapameniyê de weke çalakgera întîxarî hate îlankirin, ev salek û nîv e felc bûye.  Her wiha Unlu ji ber ku xwîn çû ser mejiyê wê û  hişê xwe wendakiriye.

Polîsên tirk bi agahiyên derew her tim xwe di çapemeniyê de dide nîşan dan. Vê carê derbarê Gulbuhar Unluya felckirî de bû. Unluya ku li Tirkiyeyê piştî ji girtîgehê tê tehliyekirin û li derveyê welat bi cih dibe li wir dizewice û di mijara 2011’an de xwîn diçe ser mijêye wê. Beşeke mezin ya bedena wê felc dibe û hişê xwe wenda dike.

Unlu ku hemû tikiliya wê ji cîhanê qut bûye, ji aliyê çapemeniya tirk ve weke ku çalakvana întîxarî ya DHKP-C ye  hat îlankirin. Di serî de rojnameya Sabahê û gelek rojnameyên din nûçeya bi ser navê ‘Midûriyeta polîsan li 14 kesan digere’ wêneyên Unlu jî dan û Unlu jî kir çalakgera întîxarî.

Dîsa rojnameya Zamanê jî Unlu hedef nîşan dan û navê jî din ava kesê çalakgerên întîxarê de cih girt.

Unlu ya ku hêj li Almanyayê tedawiyê dibîne, malbata wê bertek nîşan dan.

EV NE YEKEMÎNE

Polîsên Tirk berê jî bi nûçeyê derew gelek kes wek çalakgerên întîxarî nîşan da û piştre derket holê ku tu eleqeya van kesan ne bi rêxistinê û ne jî çalakiyê heye.

Di meha cotmeha borî de li Sultagaiyê de di êrîşa întîxarî de 9 kes wêneyên wan hat dayîn û hat wek çalakgerên întîxarî hatin nîşandan.