Girtiyên siyasî yên jin qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin şermezar kirin û wiha gotin: "Em bang li gelê Kurd dikin ku di dora hevalên me bibin xelek, armanca hêzên tarî vala derbixin û bi hêz pêvajoya aştiyê bimeşînin dikin."
Girtiyên siyasî yên jin ên li hemû girtîgehên Tirkiyeyê têkildarî sûîqasta di 9'ê çileyê de li Parîsê paytexta Fransayê ya li dijî 3 siyasetmedarên Kurd ên jin pêk hat daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di pêvajoya Serokê me Birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dest bi hevîdtina kir ev sûîqast pêk hat tesadufî nîne."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, komkujî ji aliyê kesên alîgirên şev ve pêk hat. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, armanca komkujiyê nirxên gelê Kurd û hasasiyetên gelê Kurd hedef girtine û wiha hate destnîşankirin: "Ev komkujî ji bo pêvajoya aştiyê sabote bike êrîşekî profesyonele. Sakîne Cansiz û 2 jinên şoreşger hedef girtin tesadufî nîne. Sakîne Cansiz di nava jinên Kurd de bi taybet jî di berxwedana girtîgehê de xwedî cihekî gelek bi qîmet û mezine. Cansiz di darbeya 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê li hemberî faşîzmê berxwedan û serî li hemberî darbekaran netewand. Ji kesên bi Birêz Ocalan re destpêkê derket riyê ye. Jineka jiyana xwe daye azadiyê ye."
'ÊRÎŞ JI BO AŞTIYA TIRKIYEYÊ SABOTE BIKIN PÊK HAT'
Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku, Fîdan Dogan nûnera nifşê deyemîn ya jinên Kurd bû û wiha hate gotin: "Fîdan Dogan ji vê kevneşopiyê xwe xwedî kir û gavekî din pêşve bir. Bi salan di nava têkoşîan gelê Kurd û jina Kurd de cih girt û li Ewropayê ked da. Leyla Şaylemez jî nûnera jinên ciwan ya heman nifşe. Leyla nûnera kevneşopiya tevgera jinên azad bû. Qada Projeya Azadiya Jinê qada Serokatiya me herî zêde ked dayî girîng dîtiye. Di nava de Sazûmankara PKK'ê jî heyî 3 jinên Kurd hatin qetilkirin ji bo me peyamekî tarî ye. Em vê komkujiyê şermezar dikin û kiryaran lenet dikin. Em dê têkoşîna hevalên xwe bi hêz bidomînin û ji bo hevdîtinên hatin destpêkirin bigihije armanca xwe hêj bêtir em dê kedê bidinê. Em bang li gelê Kurd dikin ku, li dora hevalên me bibin xelek, armanca hêzên tarî vala derbixin û bi hêz pêvajoya aştiyê bimeşînin dikin."
Di daxuyaniyê de bang li hemû derdorên demokratîk û bi taybet jî ji jina hate kirin ku ji bo bûyera bêzelalkirin û kiryar bên dîtin kedê bidin û wiha gotin: "Hêviya me ewe ku ji bo aştiyê bêtir ked bê dayîn. 9'ê çileyê xwedayên şer bi komkujiyekî jinê di dîrokê de rojekî reş lê zêde kir. Ji bo ev tarîtî bêzelalkirin divê em hemû kedê bidin. Gelê kurd 3 zarokên xwe yên bi qîmet windakirin. Serê me hemûyan sax be."