Gerîlayên jin: Îsal sala azadiyê ye

Gerîlayên jin: Îsal sala azadiyê ye

Gerîlayên YJA -Star’ê der barê sala 2013’an de nêrîn û hêviyên xwe yên ku di têkoşîna azadiyê de, di kîjan qonaxê de ne, di sala 2012’an de têkoşînek bi çi rengî dane meşandin û xwe ji sala 2013’an re çawa xwe amade dikin, vegotin

Gerîla Ronahî Azad diyar kir ku ew di serdema hemleya stratejîk a çaremîn de ne. Ev pêvajo, bi şerê gel ê şoreşgerî hatiye rêvebirin. Bi ruhê berxwedanê hatiye bilindkirin û diyar kir ku ev pêvajo naşibe pêvajoyên din û wiha got: “Tevgera me mîsyonek cuda da vê pêvajoyê; ji bo azadiya Rêber Apo û ya gelê me misoger bibe, hemleya şerê gel ê şoreşgerî hat birêkûpêkirin. Wek hêzên YJA-Star em bi rengekî xwemal û xweser tevli hemleyê bûn û me çalakî li darxistin.”

Azad da zanîn ku tevlibûna wan a hemleyê rengê hemleyê guhertiye û xwe di serkeftinê de kilît kirine û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya kurdistanê bê mîsogerkirin YJA-Star xwe bi ruhekî fedaî tevli hemleyê kir. Ez dikarim bêjim ku hemleya me serkeftî bû. Dagirkeriya artêşa Tirk a li Kurdistanê şikand û gelek darbeyên mezin li artêşa tirk dan. Hêrsa me û kîna me ya li hemberî dewlet û artêşa tirk mezin bû. Ji ber ku di sala 2011’an û 2012’an de bi taybetî bi ser hêzên YJA-Starê de hat. Li Xerzanê 15 rêhevalên me qetil kirin. Dîsa bi ser baregehên me yên xweser de hatin. Xwestin komkujiyê bidin berdewamkirin. Em bêguman tevgerek tolhildanê ne. Me tola xwe bi bilindkirina çalakiyan û xwe hin zêdetir di aliyên leşkerî de bi rêxistinkiri hilda Wekî artêşek jinê, em jî xwedî hêz û ezmûn in. Di warê şerê gerîlatiyê de me xwe gihandiye. Bila tu kes gumanan neke û nefikire ku em ê bi êrîşan ji hêz bikevin û vîna xwe winda bikin. Berovajî wê em hîn zêdetir bi vîn dibin, bi hêrs dibin, dibin xwedî biryar.”

‘EM Ê AZADIYÊ BÎNIN’

Azad bi lêv kir ku wan salek li pey xwe hiştiye û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em ketin sala 2013’an. Em êdî azadiyê hêvî nakin, em ê azadiyê bi hêza xwe, bi vîna xwe û bi şerê gel ê şoreşgerî bi dest bixin. Em ê qedera xwe ber bi azadiyê ve bibin. Azadiya gelê kurd, azadiya Rêberê gelê kurd e. Em amade ne ji bo her tiştî. Di riya azadiya gelê kurd û ya Reberê gelê kurd de çi pêwîst be em ê pêk bînin.”

BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN

Gerîlaya bi navê Roza Welat jî sala 1013’an nirxandi û nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Sala 2013’an jî dê bi berxwedan û têkoşînê derbas bibe. Em xwe ji bo şerekî dijwar amade dikin. Ev hîn ji niha ve diyar e. Ji ber ku pirsgirêka gelê kurd a azadiyê çareser nebûye. Dewleta tirk bi polîtîkayên pişaftin, qirkirin û înkarê êrîşî kurdan dike. Dixwaze kurdan bêdeng bike, dîl bigire. Lê nizane ku vîna gelê kurd a serbixwe û azad, nayê dîlgirtin.

LI TIRKIYEYÊ JIN

Welat bal kişand ser rewşa jinan a Tirkiyeyê jî û wiha pêde çû: “Rewşa jinan a li Tirkiyeyê jî li ber çavan e. Hema bêje her roj li Tirkiyeyê jinek tê qetilkirin. Ev rewş mirovan dike nava fikaran. Lê em dizanin ka kîjan hêz li pişt van komkujiyan e. Bêguman AKP çawa li ser gelê kurd komkujiyan pêk tîne, di heman demê de jinan jî qetil dike. Civak, gelên bindest e û jin di heman rewşê de ne. Bêde ngiyek li hember wan komujiyan heye. Çawa ser Roboskî xwestin bigirin, wisa diwxazin kuştinên jinan jî binixumînin Dixwazin herkesê bi derewên xwe bidin bawer kirin. Em ê bi têkoşîna xwe ya azadiyê bibin bihar ji xwezayê re û ji hemû mirovahiyê re. Em bawer in, dê têkoşîna me hemû tarîtiyan biçirîne û roj dê tu carî rê nede ku ewrê tarî li ser welatê me bigere.”

HÊZÊN YJA STARÊ LI PÊŞ BÛN

Gerîlaya bi navê Newal Tolhildan jî wiha got: “Min sala 2012’an di eniya pêş de derbas kir. Qada ku ez lê dimam şerê pir dijwar rûdan û li wan qadan hêzên herî li pêş, hêzên YJA Star’ê bûn. Li gor salên derbasbûyî, di sala 2012’an de me hîn bêhtir çalakiyên xweser li dar xistin. Ji ber ku desthiltdariya AKP’ê û artêşa wî ya dagirker, nijadkuj herî zedê qetilkirina gerîlayên jin armanc girtin. Rêhevalên me qetil kirin. Ji ber wê yekê hêrsa me ya tolhildanê mezin bû. Wek hêzên YJA-Star bi ruhekî fedaî em tev geriyan. Ji ber ku me soz daye zarokên welatê windabûyî, em ê azadiyê diyarî wan bikin. Ez tenê dixwazim bêjim ku di sala 2013’an de jî em ê ji bo azadiyê bi dijwarî têbikoşin. Em dizanin azadî ewqas ne hêsane. Lê em dixwazin û em ê tu caran jî ji doza xwe dûr nekevin. Azadî her dê bibe ya me. Ji ber wê, em pir bi coş û xwestek in û dîsa em mirovên herî kêfxweş û serbilind in. Ji ber ku em dozek pîroz dişopînin, em şervanên vê dozê ne. Tenê tiştekê hêvî dikim; azadî ji hemû cîhanê re.