'Ger bimirim bila li welatê xwe bimirim'
'Ger bimirim bila li welatê xwe bimirim'
'Ger bimirim bila li welatê xwe bimirim'
Piştî girtiya ji Efrîkaya Başûr Magdelena De Winnaar ya bi nexweşiya penceşêra lenfê ketiye û girtiya ji Nîjeryayê Asabi Beffa ya ku bi nexweşiya HIV pozîtîf (AIDS) ketiye, girtiya Katalan a bi navê Concepcio Fernazdez Agurrezabi jî di Girtîgeha Bakirkoy a Jinan a Sergirtî ya Stenbolê de bi nexweşiya penceşêrê ketiye û bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin Agurrezabi dibêje: “Ger ez bimirim, bila li welatê xwe bimirim.”
Girtiya bi navê Magdelena De Winnaar a ya Efrîkaya Başûr ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye, daxwaz û hêviya wê bû ku roja welatê xwe bibîne, lê ji ber xemsariyê 3’yê îlona 2012 jiyana xwe ji dest daç. Girtiya bi navê Asabî Beffa ya ji Nîjeryayê ku bi nexweşiya HIV pozîtîf (AIDS) ketibû, 24’ê berfanbara 2012’ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Niha jî girtiya Katalan a ku 8 meh in di Girtîgeha Bakirkoyê de tê ragirtin Concepcio Fernazdez Agurrezabi ku bi nexweşiya penceşêra kolonê ketiye jî li benda heman çarenûsê ye. Concepcio her roja ku diçe zêdetir dihele dibêje: “Ger bimirim bila li welatê xwe bimirim.”
Concepcio ku sala 1967’ê li Barcelonayê ji dayik bûye, salek berê Concepcio bi coşeke mezin lji Katalonyayê hate Stenbolê û li ba destgirtiyê xwe yê Îranî bi cih bû. Lê belê polîsên Tirk bi serdegirtina malê jiyana wê wêran kir. Bi hinceta madeyên hişber pêre heye, hate girtin.
EZ DI VAN ŞERTAN DE BAŞ NABIM
Concepcio ku beriya bikeve girtîgeha Bakirkoyê tenduristiya wê li cih bû û ji ber şert û mercên dijwar ên girtîgehê bi nexweşiya penceşêra kolonê ket. Ev 7 meh û 21 roj in li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Samatyayê tedawiya kemoterapiyê dibîne, ji ber vê jî dest û lingên wê reş û şîn bûne, nema êdî dikare bimeşe jî.
Lê li gel vana jî ji bo bigihe azadiya xwe xwedî hêvî ye û ji bo vê yekê hewl dide. Concepcio wiha dibêje: "Ji ber ku zilamê min jê hez dikir jî hate girtin, ez di girtîgehek a welatek ku qet pê nizanim de bi tenê hatim hiştin. Tu kesek napirse. 8 meh berê ku ez ketim girtîgehê min dikariya bixebitim. Lê piştî mehekê ez bi temamî êdî muhtac mam. Şert û mercên girtîgehê jixwe ji bo başbûna min nabin. Ez tedawiya kemoterapiyê dibînim, lê her roja ku diçe xirabtir dibim. Bi zorê dimeşim. Piştî her seasekê dest û lingê min dişewitin, lê pereyê min tune ku ez merhemekê jî bikirim. Dest ji merhemê berdin, pereyê min ê ku ez pê karta telefonê bikirim û bi malbata xwe ya li Katalonyayê re biaxivim tune ye.”
DARAZ JÎ KONSOLOSXANE JÎ XEMSAR IN
Min bi dehan car min serî li konsolosxaneya Spanyayê da, lê qet ne li xema wan e jî. Heta îro ne alîkariyeke madî ne jî manewî nedane. Dadgeha ku ez lê hatim darizandin dizane ez bi nexweşiya penceşêrê ketime. Lê qet guhdarî vê yekê nakin. Li vî welatî hemû derî li ser rûyê min tê girtin. Ger ez bijîm jî, nikarim di van şert û mercan bidomînim. Tenê daxwazek min heye ez dixwazim bigihim welatê xwe. Ger cezayê min hebe, ez ê li wir bikişînim. Ger birim, bila li welatê xwe bimirim."
Her roja ku diçe rewşa Concepcio Fernazdez Aguirrezaba xirabtir dibe. Tenê hêviyek wê heye ew jî ew e ku paşxistina înfaza cezayê girtiyên nexweş bibe qanûnî.