Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê bi dawî bû
Hevdîtina ku di navbera şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê de li paytext Şamê pêk hat, bi dawî bû.
Hevdîtina ku di navbera şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê de li paytext Şamê pêk hat, bi dawî bû.
Li gorî nûçeya ANHA’yê hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û şandeya desthilata Şamê ya li Şamê bi dawî bû. Li gorî agahiyan her du şande dê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek hevbeş bidin.
Di civînê de her du şandeyan hev dû nas kirin, her wiha bernameyeke xebatên hevbeş ji bo gotûbêjên li ser mekanîzmayên pêkanîna xalên peymana 10’ê Adarê ya fermandarê gistî yê QSD’ê û desthilata Şamê de hatibû îmzekirin hate gotûbêjkirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê hevdîtin erênî bû. Her du şandeyan li ser girîngiya lezkirina proseya pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê, avakirina komîteyên hevbeş ên xebatê û dosyaya perwerdeyê nîqaş kirin.
Beriya vê civîna li Şamê, sê hevdîtin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin, roja 19`ê Adarê, 12`ê Nîsanê û herî dawiyê jî hefteya derbasbûyî şanda Şamê serdana kampa Holê kiribû.
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 12`ê Nîsanê de hatiye avakirin ji Endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, Hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş, Hevserokê Partiya Yekitiya Suryaniyan Senherîb Bersûm, Hevserokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ehmed Yûsif, Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sozdar Hacî, Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm û Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman, pêk tê.Şandeya Şamê jî ji Cîgirê Rêvebirê Ofîsa Amerîka li Wezareta Derve Mihemed Qenatrî, Rêveberê Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Helebê Ebdulxenî Mihemed, Berpirsê Dosyaya Efrînê yê Ewlekariya Hundirîn Mesûd Betal û Alîkarê Wezîrê Karên Hundirîn yê Karûbarên Sivîl Ziyad Fewaz El Ayiş, pêk tê.