Fadîme Şahîndal a ji Elbîstanê ya 11 sal berê ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin li Swêdê bi çalakî û xwepêşandana hat bibîranîn. Di çarçoveya bernameyan de panel, konferans û semîner pêk hatin.
Komeleya bi navê ‘Pela û Fadîmeyê tu car ji bîr nekin’ ya navê du jinên kurd e di salvegera mirina Fadîme de li bajarên Stockholm, Goteborg, Malmo, Uppsala û Flen xwepêşendan pêk hatin. Li van bajaran jin daketin qadan û daxwazkirin k udi serî de cînayetên namûs û toreyê û her cureyê tundiyê ya li ser jinê bi dawî be. Jinan bang li hikûmet û saziyan kirin ku pêşî li tundiya li ser jinê bigirin.
Fadîme li bajarê Uppsala ku lê hat kuştin hat bibîranîn. Jinan gora Fadîme ziyaret kirin û kulîlk, çeleng danîn ser gorê. Êvarê saet di 17.00’an de xwepêşandek ji bo protestokirinê pêk hat.
Midûrê Şaredariya Çep Ilano Szatmarî Waldau diyar kir ku ji bo ji cînayetên namûs û toreyê re di şexsê Fadîme de bêjin êdî bese hatine gel hev.
BILA PLANÊN ÇALAKIYÊN DEMDIRÊJ PÊK BÊN
Seroka koma Şaredariya Keskan a Partiya Hawirdorê Marîa Gardfjell pêşniyar kir ku hemû şaredariyên Swedê ji bo pêşîlêgirtina şîdetê planên çalakiyên demdirêj bike dewrê. Endamê Meclisa Şaredariya Partiya Gel Mohammed Hassan jî got ji bo wekheviya jin û mêr çêbibe peywir dikeve ser milê hemû kesî.
Rêxistina Ciwanan a Partiya Karkerên Demokrat Sosyal SSU, ji bo endamên xwe yên ku di salvegera Fadîme Şahîndal de li dijî tundiyê têdikoşe bursê dide.
Rêxistina jina a bi navê Terrafem ya ku bi 43 zimanan xizmetê dide jinên rastî şîdetê t ên panelek pêk anî. Nivîskar, lêkolîner Jenny Westerstrand niha li ser projeyê dixebire û got hedef dike ku jinên rastî her cureyê şîdetê tên diyar bikin.
ŞÎDETA NAV MALÊ BANDORÊ LI SER ZAROKAN DIKE
Di panelê de hate diyar kirin ku di şîdeta nava malbatê de yên ku herî zêde rastî tundiyê tên zarok in û hate destnîşan kirin ku zarok tên jibîrkirin û piştgiriya ku hewceye bigirin nekarin bigirin.
Her wiha panelek din jî ji aliyê komeleya bi navê ‘Ne fahîşe,ne kole’ ve hat lidarxistin.
Panel ji aliyê Musteşarê Erîk Ullenhang ya Wezîrê Entegrasyona hikûmetê Jasenkon SelÎmovîç ve hat birêvebirin. Rojnameger Arne Ruth, seroka Lobiya Jinan a Swedê Gertrud Astrom, Carîn Gotblad ku hikûmetê ji bo şîdeta li ser jinê lêkolîn bike peywirdarkiriye, ji rêxistina jinan a Vernandî Samîran Îshak tevli bû. Di panelê de şîdeta li ser jinê û pêşîlêgirtina tundiyê hat nîqaşkirin.