Li navçeya Şera ya Efrînê bi munasebeta 8'emîn salvegera damezirandina rêxistina jinên Rojavayê Kurdistanê Yekitya Star û şermezarkirina komkujiya Parîsê civîna jinan hate lidarxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Yekîtiya Star Rûken Ahmed axivî û diyar kir ku komkujiya Parîsê li dijî nirxên gelê kurd e.
Ehmed bal kişand ser berxwedana Sakîne Cansiz a ku ji roja damezirandina PKK'ê heta niha di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de meşand û bi bîr xist ku Cansiz gelek caran kete zindanên dewleta Tirk.
Her wiha, Rûken Ehmed behsa Rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, guhertinên ku li herêmê çêdibin jî kir.
Ehmed îşaret bi rola jinan kir û çalakiyên ku Yekîtiya Star di nava 8 salan de kiriye pesinand. Di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tevlî Meclisên jinan bibin û rola jinan bi bandor bikin.