Sala borî tundiya li hemberî jinê derket asta herî jor. Di meha dawî ya salê de 12 hatin qetilkirin, 14 jin û keçikek rastî tecawîzê hatin. Jin herî zêde ji aliyê hevjînê xwe ve rasî tundiyê hatin û dîsa darazê li aliyê mêr biryar da. Jineke ku mexdûrê tecawîzê bû û jiber ceza li tecawîzkar nehat birîn û du jinên rastî tundiyê hatin întîxar kirin.
Li gorî nûçeya Bîanetê di meha kanûna 2012’an de 12 jin hatin kuştin, 14 jin û keçikek rastî tecawîzê hatine, 17 birîndar bûne û 15 rastî tacîzê hatine.
3 ji ber xemsariya polîs li gel ku bi dehan carî gilî kirin jî hatin kuştin. Jinek jî rastî tundiyê hat û li stargeha jinan hat kuştin.
Du jinên ji hevjinên xwe tundî dîtibûn û jinek ku rastî tecawîzê hat ji ber ku bersûcên wan nehatin darizandin întîxar kirin.
Di kuştina jinan de ‘hevjînê û destgirtî’ di rêza yekemîn de bûn. 5 jin ji aliyê hevjînê xwe, yek ji aliyê hevjînê xwe yê ku doza destberdanê vekiribû, yek ji aliyê hevjînê xwe yê bi mehra mele zewicibû, yek ji aliyê destgiriyê xwe yê berê, du ji aliyê destgirtiyên xwe, yek di bin navê namûsê de û yek jî aliyê muşteriyê xwe ve hat kuştin.
14 jin û keçikek rastî tecawîzê hatin.
HERÎ ZÊDE JI HEVJÎNÊ XWE TUNDÎ DÎTIN
17 jin ji ber tundiyê birîndar bûn û 14 hatin derbkirin. 15 rastî tacîzê hatin. Jinek stargehê ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin. Dîsa jinan herî zêde ji hevjînê xwe tundî dîtin.
DARAZ DÎSA LI ALÎ MÊR BÛ
Di meha kanûnê de jî sûcên li hemberî jinan bê ceza man. Di encama tecawizê de 69 mêr hatin binaçvkirin û ji van 4 kes hatin girtin.
Ji 18 bûyerê tundiyê yên mêr 2 kes hatin binçavkirin û yek hat girtin.
Li gorî daneyên Bîanetê di 2012’an de di 11 mehan de 147 jin hatin kuştin 123 jin rastî tecawîzê hatine, 208 rastî tundiyê û 126 rastî tacizê hatine.