Rêberên Sosyalîst ên Alman Rosa Luxemburg û Karl Liebknecht di salvegera qetilkiran xwe ya 94'an de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di merasimên bîranînê de qetilkirina jinên şoreşger ên Kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan ve Leyla Şaylemez jî hate şermezarkirin. Herwiha konferensa Rosa Luxemburg ji bo komkujiya Parîsê were ronîkirin deklerasyonek weşand.
Rêberên sosyalîst Rosa Luxemburg û Karl Liebknecht ku roja 15'ê Çileya 1919'an li Berlînê ji aliyê îstîxbaratê ve hatibûn qetilkirin bi gelek çalakiyan tên bibîranîn. Çalakeya yekemîn Konferansa Navnetewî ya Rosa Luxemburg bû ku her sal tê li dar xistin. Konferansa ku li Berlînê di salona Uraniayê de pêk hat, ji gelek welatên cîhanê nêzî 2 hezar kes tevlî bûn.
Di konferansê de li ser têkoşîna Rosa Luxemburg ku wek ji pêşenga tevgera jin a cîhanê ye, gotûbêj hatin kirin. Herwiha li ser pirsgirêkên tevgerên jin û yên sosyalîst jî hatin nîqaşkirin. Beşdarvana konferansê parlamentera Alman Ulla Jelpke, ji bo bîranîna Sakine Cansiz, Fidan Dogan ve Leyla Şaylemez ku roja 9'ê Çileyê li Parîsê hatibûn qetilkirin, hemû beşdarvanan vexwend deqeyek rêzgirtinê.
'BILA FRANSA VÊ QETLIYAMÊ RONÎ BIKE'
Parlamentera çepgir Jelpke, bi aweyekî tund komkujiya Parîsê şermezar kir û diyar kir ku ew êşa tevgera jin a Kurd û têkoşîna rizgariya Kurdistanê fêm dikin û dilê wan jî ji bo vê kuştina bêbext dişewite. Piştre nûnerê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YYK) li ser komkujiya Parîsê agahî da beşdervanan. Konferans ji bo ronîkirina vê komkujiyê bang li Fransayê kir û deklerasyonek weşand.
Îro serê sibê jî Rosa Luxemburg û havalê wê Karl Liebknecht li ser gorên xwe hatin bibîranin. Ji tevahiya Almanyayê nêzî 5 hezar kes ji meydana Frankfurter Tor ber bi goristanê ve meşiyan. Komek jinên Kurd jî tevlî meşê bûn û wêneyên Sakine Cansiz, Fidan Dogan ve Leyla Şaylemez hilgirtin. Jinên ku ala KCK'ê û ya Kurdistanê jî vekirin komkujiya Parîsê bi slogan û dirûşmeyên xwe şermezar kirin.
Meşa ku car caran di nava komên radikal ên çepgir û polîsan de pevçûn derket, bi danîna destê gulan a li ser goristanê dawî lê hat. Hevserokên Partiya Çep Katja Kipping û Bernd Riexinger, serokê koma Partiya Çep Gregor Gysi, serokê partiya çep a Yunan û serokên revêberiya rojhilatê Alman tevlî merasimê bûn.