Di 4 mehan de 7 hezar jinan daxwaza parastinê kir
Di 4 mehan de 7 hezar jinan daxwaza parastinê kir
Di 4 mehan de 7 hezar jinan daxwaza parastinê kir
Li gorî agahiyên ku Platfoma Em ê pêşî li Kuştinên Jinan bigirin di 4 mehên dawî de nêzî 7 hezar jin daxwaza parastinê kirin. Der barê mijarê de parêzer Gokçesu Ozgul axivî û got: “Di 4 mehan de nêzî 7 hezar jinan daxwaza parastinê kiriye. Serokwezîr li şûna ku bêje 5 zarokan çêbike, bêje ‘rojê 5 jin tên kuştin bila ev raweste’ dê rêjeya kuştina jinan kêm be.
Ozgul ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û der barê kuştinên jinan de tenê axaftina hejmaran me nerehet dike û wiha got: “Jin di kîjan şert û mercan de dijî, bi çi debara xwe dike, şîdetê didît an na, îhmala polîs heye an na; ev me zêdetir eleqeder dike. li gorî daneyên wezaretê li Tirkiyeyê 6 hezar û 764 jinî daxwaza parastinê kiriye. Herî zêde ji Mereş û Konyayê daxwaz hatiye kirin. Her wiha li cihê ku betalî pir e, dîsa xwaz zêde ye.”
Ozgul ji ber ku mêrên şîdetê li jinan dikin ji pêkanîna serbestberdanê fêdeyê digirin jî rexne kir û wiha got: “Serbestberdana wan mêran, tê vê wateyê ku karê xwe ji cihê ku mabûn didomîne. Biryara DMME’yê ya bo Nahîde Opuz heye. Di biryarê de tê gotin ku ger kesê şîdet pêk anîbe baş bê cezakirin dê ev ceserata wan bihata şkandin. Ger rojê hun behsa kuştina 5 jinan dikin, divê hun biçin sererastkirineke taybet ya der barê jinê de.
Ozgul da zanîn ku divê cezayên ji bo mêrên ku şîdetê pêk tînin jî zêde bibe û got em dixwazin têgeha ‘kuştina jinan’ bikeve qanûnê. Ozgul wiha got: “Mêrên ku jinên xwe dikujin divê cezayê wan ji tahrîkê neyê daxistin. Divê kujer bê cezakirin. Kesek radibe li Enqereyê dibêje min li stuyê hevsera xwe rejiyek dît, min ew kuşt. Cezayê wî hat daxistin. Yekî din rabû got; ez jî dixwazim cezayê bê daxistin, bila saziyên jinan mudaxîl nebin. Her wiha hevserê Ayşe Paşali pêşî lêkolîn kiribû ku dê çiqas ceza bigire.”