BI DÎMEN

Li Cenevreyê civîna berxwedan û çanda Kurdî

Li Cenevreyê di 14’emîn Şeva Çand û Hunerê ya Kurdî de hate diyarkirin ku huner zimanê berxwedanê ye. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê Musa Farisogullari got, “Huner divê polîtîk bibe, divê gel xwe bi hunerê rêxistin bike.”

14’EMÎN ŞEVA ÇAND Û HUNERÊ YA KURDÎ

14’emîn Şeva Çand û Hunerê ya ku berxwedana polîtîk û çandî ya gelê Kurd bi hilberandina hunerî re anî ba hev, li Cenevreyê hate lidarxistin.

Şahî ji aliyê Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê ve hate lidarxistin, hate destnîşankirin ku têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd, li qada çandî didome.

Şahî li salona Salle Des Fêtes Avanchet-Salève ya li Vernier a girêdayî kantona Cenevreyê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan hate lidarxistin.

Ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin, piştre li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Sitki Demîr axaftina vekirinê kir.

Demîr Cejna Qurbanê ya beşdaran pîroz kir û diyar kir ku gelê Kurd ne tenê di asta polîtîk de, di asta çandî de jî di nava berxwedaneke bi biryar de ye. Demîr got, “Heya ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, ev têkoşîn nasekine. Berxwedana me wê dewam bike, gelê me wê xwe rêxistin bike û azad bibe.”

Seroka Kantona Cenevre ya Partiya Keskan a Swîsreyê û Şaredara herêma Onex a girêdayî kantonê Maryam Yunus Ebener jî tevlî şahiyê bû û ji bo têkoşîna gelê Kurd peyama piştgiriyê da. Ebener wiha got: “Abdullah Ocalan divê azad bibe. Divê hemû gel bi rengekî azad bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Têkoşîna ku gelê Kurd li her çar parçeyan dimeşîne, têkoşîna rewa ya azadiyê ye.”

‘HER WELATPARÊZ DIVÊ AKTÎF BEŞDARÎ VÊ PÊVAJOYÊ BIBE’

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê Musa Farisogullari jî diyar kir ku çand û huner nasnameya gelekî ne û destnîşan kir ku gelê Kurd bi berxwedana xwe çand û dîrokek nû diafirîne.

Farisogullari anî ziman ku paradîgmaya Rêber Apo di berxwedana çandî ya gel de roleke diyarker dilîze û got, “Felsefeya Rêber Apo şoreşeke exlaqî û çandî ye. Huner divê polîtîk bibe, divê gel xwe bi hunerê rêxistin bike. Jiyana bêstatu êdî nayê qebulkirin. Her welatparêz divê aktîf beşdarî vê pêvajoyê bibe û her qadê veguherîne çeperekî berxwedanê.”

KEVNEŞOPIYA VEGOTINA QEDÎM ELEQEYEKE ZÊDE DÎT

Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Dîlber Hêma li ser kevneşopiya Kurdan a vegotina qedîm Çîrokbêj semînerek da. Vegotin bi taybetî ji aliyê zarokan ve bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin, beşdarên li salonê jî bi çepikan pêşwazîkirin.

Hunermend Bêrî Altay, Zafer Xozat, Hozan Şemdîn, Semyan Adar û Mazlum Avaz derketin ser dike.

Şahî li ber stranan bi gerandina govendê bi dawî bû.