NÛ BÛ

Hevrê Riza kesayetê duyemîn ê Kemal Pîr e

Kesayeta Kemal Pîr gelek hate nîqaşkirin, ji civakê re bû mal. Kesayetiya Riza jî wiha bû. Mîna civayê herikbar û di asta hîperaktîf de bi liv û tevger bû. Milîtanekî şoreşger, têkoşer, lêgerînvanekî mezin ê ku ji çalakiyê dibezî çalakiyê bû.

RIZA ALTÛN

Weke Tevger û gel em di meheke nû ya Gulanê-Şehîdan de ne. Em di salvegera 48’an a şehadeta şehîdê xwe yê mezin ê destpêkê, yê ku buyî ruhê veşartî yê Rêber Apo Hevrê Hakî Karer de ne. Bi vê wesîleyê di şexsê hevrê Hakî Karer de hemû şehîdên me yên meha Gulanê, dîsa şehîdên me yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.

Bi rastî jî Gulan heq dike bibe meha şehîdan. Di her roja wê de şehadeta bi dehan şoreşgerên mezin heye. Meheke ku bûye şahide têkoşînên herî mezin ên dîrokê. 2’yê Gulanê şehadeta hevrê Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bilgîn heye. 6’ê Gulanê salvegera şehadeta Denîz Gezmîş, Yusuf Alan û Huseyîn Înan heye. 9’ê Gulanê salvegera şehadeta Şirîn Elemhulî û hevalên wê ye. 11’ê Gulanê salvegera şehadeta hevrê Hozan Mizgîn e. 16’ê Gulanê Komkujiya Hewlêrê heye. Rojeke ku zêdeyî 70 milîtanên azadiyê yên di pêşengiya hevrê Hêlîn û Salih de hatin qetilkirin, hatin şehîdxistin. 17’ê Gulanê roja şehadetê ya Ferhat Kurtay û Çaran e. 18’ê Gulanê roja şehadetê ya şoreşgerê mezin hevrê Hakî Karer û dîsa ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê roja şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya ye. 19’ê Gulanê roja şehadetê ya Hevrê Halîl Çavgun e. 25’ê Gulanê roja şehadetê ya hevrê Ahmet Kesîp e. 31’ê Gulanê roja şehadetê ya Sînan Cemgîl û hevalên wî ye. Evane yên ku min karine bînim ziman in. Helbet hem di van rojan de bi dehan milîtanên şehîd hene ku navê wan nehatine bîranîn û hem jî di her roja Gulanê de berxwedan û şehîdên di berdêla wê de hene. Divê ev şehîd hemû her tim bên bîranîn. Tevgera me ya Azadiyê vale vale meha Gulanê weke ‘Meha Şehîdan’ îlan nekir. Rêber Apo vale vale ji meha Gulanê re negot, ‘Meha Şehîdan’. Ji 18’ê Gulanê re vale vale negot ‘Roja Şehîdan’. Şehîd, paşeroj îro û pêşeroja me ne. Şehîd garantiya serketina me ya pêşeroja azad e. Rêber Apo got, ‘Gel bi qasî xwe rêxistin bike, heye’. Yên ku herî zêde gel perwerde kirin û rêxistin kirin, bi Rêber Apo re şehîdên me yên leheng in.

Ev qasî têkoşîna mezin a 52 salan timî wisa bû. Rêber Apo piştî şehadeta şoreşgerên pêşeng ji bo xwedî derketina li bîranînên wan, pêngava Newroza 1973’yan avêt. Piştî wê jî 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê bi şehîdbûna Hakî Karer re karwanê şehîdan a ku pêşengiyê ji Têkoşîna Azadiyê re dike, bi rê ket û heya roja me ya îro hat. Ji Zap, Metîna û heya hemû şehîdên berxwedana fedayî yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, heya keç û xortên leheng ev artêşa şehîdan meşiya, gelê Kurd ava kir, azadiya Kurdan teqez kir, mîrateyeke pir mezin hişt. Îro ev mîrate dibe mîrateyeke pir xurt a ku ti êrîş nikarin tune bikin û ji her cure pêşketina azadî û demokratîk re zemînê çêbike. Gelê Kurd, jin û ciwan li ser vê yekê dimeşin, doza azadiyê li ser vê yekê dimeşin. Şehîdên me her tim pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê re dikin, rê nîşan didin. Her tim û li her dere çavkaniya hêza herî esas a welatparêzên şoreşger ava dike.

Di vê meha şehîdan de me Kongreya 12’an a PKK’ê lidar xist, di vê kongreyê de tevgera me ji damezrînerên PKK’ê ji du hevrêyên ewilî yên Rêber Apo, şehadeta du şoreşgerên din ên mezin îlan kir. Yek ji wan ê li civîna Bendava Çubukê beşdar bûyî, ji endamên destpêkê yên Koma Apoyî Fuat yanî hevrê Alî Haydar Kaytan. Yê din jî hevrê Riza Altûn ê ku ji sala 1975’an û vir ve di nava Koma Apoyî de cih digire, li her qadê têkoşîn meşand û bû afirênerê pêşeng ê geşedanan. Destpêkê ez hevrê Fuat û Riza di meha şehîdan Gulanê de bi hesret, hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez dubare soz didim ku em ê armancên wan bi ser bixînin û bîranînên wan bidin jiyîn.

Hevrê Fuat û Riza di dîrokên cuda de şehîd bûn. Heval Fuat 3’yê Tîrmeha 2018’an li Garê şehîd bû. Disa heval Riza piştî salekê di 25’ê Îlona 2019’an de li derdora Qendîlê şehîd bû. Her çendî ku wiha di demên cuda de û li qadên cuda şehîd bûne jî, ev hevrê jî di meha şehîdan Gulanê de hatin îlankirin. Di warekî de tevlî karwanê şehîdên Gulanê bûn. Bûn şehîdên meha Şehîdan. Rêber Apo ji bo hevrê Egîd gotibû, ‘Şehîdê şehîdan’. Bi rastî jî pênaseya ‘Şehîdê şehîdan’ tam li heval Fuat û Riza jî tê. Taybetmendiya şehîdê şehîdan dihilgirin. Îlankirina wan di meha şehîdan Gulanê de vê rewşê hîn zêdetir destnîşan dike. Lewma di vê meha Gulanê de jin, ciwan, tevahî gelê me û dostên me wê bi hevrêyên destpêkê yên Hakî Karer heval Fuat û Riza re şehîdan bi bîr bînin. Jixwe her ji niha ve li her dere bîranînên mezin tên kirin, şîn tên danîn, civîn, axaftin û nirxandin tên kirin. Gotin û pratika şehîdên me pêşkêşî civakê tê kirin. Evane pir bi wate ne, pir giring û xebatên pir bi nirx in. Em bawer dikin ku wê di tevahiya meha Gulanê de jî dewam bike. Gelê me wê li ser xeta şehîdan div ê pêvajoya krîtîk de car din xwe berçav derbas bike, jinûve ava bike, lêpirsîna rexne-rexnedayînê pêk bîne. Wê taybetmendiyên pêvajoya nû fêm bikin û taybetmendiyên pêvajoya nû ya piştî Kongreya 12’an destpê kirî, rast fêm bikin û ji bo ku weke şoreşger û welatparêzên xurt beşdarî vê pêvajoyê bibin wê xwe amade bikin. Baweriya me ev e, banga me jî li ser vê esasê ye. Yên ku vê yekê bikin wê paşeroj û rastiya şehîdan rast fêm bikin û ji bo pêşerojê jî wê bi rengekî xurt xwe amade bikin. Wê bîranînên van şehîdên mezin bidin jiyîn, bîranînên bi ser bixînin û têkoşîna mezin derxin holê. Wê meşa azadiyê ya Apoyî li ser xeta serketinê bi gavên nû û bi biryardarî bidomînin. Tişta divê çêbibe, ev e. Nêzikatiya rast ev e. Nêzîkatiya rast a li hemberî Hakî, Fuat, Riza, Sara û Zîlanan teqez ev e. Em bawer dikin ku gelê me û dostên me jî wê bi temamî bi vê nêzîkatiyê tevbigerin.

Rizayê ciwan ê mîna civayê

Divê mirov kesayeta hevrê Riza pir baş danasîn bike. Piraniya ji me kesayeta Riza Altûn di 1992’yan de piştî ji zindanê derketî nas dike. Zindanan bi rastî jî hevrê pir guhertibûn. Hevrêyên ku di sala 1979-1980’an de ketin zindanê, dema di 1990 u 2000’an de ji zindanê derketin, me di hemûyan de guhertinên mezin dît. Mirovan vale vale naxin zindanê. Kenan Evren gotibû, “Ma em ê nehilawîsin, tîmar bikin!” Yanî mirovan vale vale naxin zindanê. Eger mirovan îdam nekin jî, ji bo çewisandinê û gelek guhertinan di wan de çêbikin wê yekê dikin. Pêkan e ku mirov di her hevrêyê de şopên vê yekê di asta pêş de bibîne. Lê tişta min çavdêr kirî, yek ji hevalên herî zêde hatî guhertin heval Riza bû. Dihat fêmkirin ku pir zorî lê kiribûn. Helbet me zanî ku li zindanên mêtinger-qirker çawa êşkence li wan hat kirin û rû bi rûyê çi mabûn. Em pir baş dizanin ku jiyana ji mirinê hîn girantir Rejîma Leşkerî ya Faşîst a 12’ê Îlonê bi van hevrêyan daye jiyankirin. Li ser wê esasê hevrê Riza; giran tevdigerî, pir bi tedbîr, kûr difikirî, zana, hesabên kûr kirin û bûbû kesayeteke pir gihiştî. Helbet ev gihiştîbûn li aliyekê bizanebûn û qezenckirina tecrübeye îfade dike, lê li aliyekê din jî şopên êşkenceyên kûr îfade dikir. Bi jiyankirinê jiyan fêm kiribû. Li Kurdistanê jiyan çiye? Zihniyet û siyaseta mêtinger-qirker, wê çi bike? Mirov li vê cîhanê çi bi serê mirov tîne? Evane dîtibûn. Di rastiyê de tişta jê re tê gotin mirovahî, di bin sîstema desthilatdariya heyî û dewletê de, li Kurdistana ku qirkirin lê tê meşandin dîtibû. Lê Rizayê beriya bikeve girtîgehê, Rizayek pir cuda bû. Rizayê Ciwan, Rizayekî ku li cihê xwe nedisekinî û mîna civayê bi tevger bû. Tuzluçayirê navê wî kiribû ‘Şîrket’. Malbata wî jî di nava derdora şoreşgeran de bû. Heta ku li dadgehê darizandin hatin kirin, ti kesê heval Riza weke ‘Riza Altûn’ nas nedikir. Ti kesê nedigot jî. Gelekan jî bi rastî navê wî ‘Şîrket’ hesab dikir. Li cihekî patronê Tuzluçayirê bû. Kesekî ewqasî bi bandor ê derdora şoreşger bû. Weke zanebûn, weke biryar, weke îrade, weke pratîk her tim pêşeng bû. Bi rastî jî xwedî kesayeteke mîna civayê bi tevger bû. Xwedî zekayeke welê bû ku di kêliyê de bersiv dida. Pir nedifikirî, bi lez biryar dida lê pir bi atîk tevdigerî. Cihekî ku hevrê Riza nekare bikevitê, qadeke ku nekare lê bimeşe, teqez nebû. Xwedî zanebûneke kûr, îrade û cesaretek mezin bû. Li hemberî sosyalizm, azadî û hebûna Kurd xwedî baweriyeke kûr bû. Piştî Rêber Apo nas kir, baweriya kûr a ji bo rastiya serketinê ya xeta Apoyî heval Riza veguherand şoreşgerekî ku ji qadê direvî qadê, ji çalakiyê direvî çalakiyê, ji serketinê direvî serketinê. Yên berê jiyan kirine, vê rastiyê baş dizanin. Kêm jî be hevalên ku bi hev re jiyan kirine, xebitîne, van rewşan dizanin. Em hêvî dikin û bawer dikin ku wê bi hemû hûrgûliyan vê rastiyê vebêjin. Ew ê vê kesayetê deynin holê.

Me di kongreyê de digot, ‘kesayeta duyemîn a Kemal Pîr’. Rêber Apo timî digot, li gund ji wî re digotin ‘zarokê mîna civayê’. Anî ziman ku di wê demê de xwedî çêkereke herikbar û bi tevger bû. Kesayeta Kemal Pîr jî wisa bû. Her kes vê yekê dizane. Kesayeta Kemal Pîr gelek hate nîqaşkirin, ji civakê re bû mal. Kesayeta Riza jî wiha bû. Mîna civayê herikbar û di asta hîperaktîf de bi liv û tevger bû. Milîtanekî şoreşger, têkoşer, lêgerînvanekî mezin ê ku ji çalakiyê dibezî çalakiyê bû.

Li pey şopa heval Riza ne tenê malbata wî, hemû tax meşiya

Têkildarî jiyana hevrê Riza agahiyên biyografik tên dayîn. Li Sarizê hatiye dine. Ez wan deran hinekî nas dikim. Mirovekî Kurd ê Elewî yê hatî sirgunkirin. Tuzluçayir dema mala heval Riza wan lê, hîna nû dibû semt, gelek cihên wê vale bûn. Sankî di zivistana 74-75 yan jî destpêka 75’ê de min heval Riza nas kir. Ji ber ku mala me jî li Dikimeviyê bû, nêzî rêya NATO’yê bû. Hinekê jî nêzî Fakulteya Zanistên Siyasî bû, pir dihat û diçû. Bi îhtimaleke mezin li Qada Fakulteya Zanistên Siyasî Cebeciyê dibe me hevdû nas kiribe yan jî civînek dibe, lê ji 75’ê û şûnde min ciwanên şoreşger ên Tuzluçayirê nas kir. Serkêşê wan jî bi navê ‘Şîrket’ û lîderê hemû şoreşgeran û rêxistinkarê wan heval Riza hebû. Min heval Riza nas kir. Ez çûm û hatim Tuzluçayirê, min malbata wî jî û mala wan jî dît. Min dayika wî û xwik-birayên wî nas kirin. Bi vê wesîleyê ez dixwazim bi rêzdarî û hezkirin birayê wî yê biçûk şehîd Haydar, dîsa biraziyên wî hevrê Dogan û Cumalî bi bîr bînim. Hin nebûn, hin jî hîna zarok bûn, mezin bûn û beşdarî têkoşînê bûn. Hemû li pey şopa heval Riza meşiyan. Ji ber ku ewqasî bandorker bû. Gelo tenê malbat li pey şopa heval Riza meşiya, na, hemû tax meşiya.

Belgefilma PKK’ê bi navê ‘Vejîna Kurd’ tê weşandin, qala ciwanên wê demê dike. Çawa ku li zanîngehan, li qadên dibistanên bilind li ser esasê ciwanên zanîngehê koma ciwanên îdeolojîk hatibe avakirin, koma Tuzluçayir koma ciwanan a taxa ewilî ya vê yekê bû. Serkêşê wê jî ‘Şîrket’ hebû, yanî heval Riza hebû. Tevlîbûna wan a tevgerê, piştî naskirina Rêber Apo bi komê re ketina nav peywendiyê hêzeke mezin da koma Apoyî. Hem li Enqereyê zemînê civakbûnê ava kir, hem jî milîtanên ciwan ên şoreşger û profesyonel derxist holê ku wê biçin qadên cuda yên Kurdistanê û têkoşîna şoreşgerî bimeşînin. Ji Îbrahîm Bîlgînan heta Şahîn Kilavuzan, ma kî nebû. Şehîdên me yên destpêkê jî ji wir çêbûn. Hevrê Alî Dogan Yildirim di encama qezayekî de şehîd bû. Ez û heval Fuat ji bo beşdarî merasîma veşartina cenaze ya hevrê Alî Dogan Yildirim bibin, çûn Dersimê. Em tam negihiştinê, merasim bi dawî bû em nû gihiştin. Me jî bi xwe merasîma bîranînê lidar xist. Di vê astê de şoreşger û kadroyek qada hilberandinê bû. Ew çêkera milîtan hem li Enqereyê tevkarî li têkoşîna ciwanên şoreşger kir, hem jî li Kurdistanê ji bo pêşketina tevgera ciwanan û xebatên avakirina PKK’ê kedeke mezin da. Li gelek qadan xebata şoreşgeriyê meşandin û pêşketin bi dest xistin. Hin hevrê ketin zindanê, gelek şehîd hene. Ez hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Heval Riza bi rastî jî li her qadê xebitî. Piştî Enqereyê bi vegera welat re, bû yek ji ciwanên Enqereyî yên vegeriyan. Bi qasî tê bîra min, heval Riza wisa li hin deran nedibû xebatkarekî sabît. Li kuderê çalakî, heval Riza li wir bû. Ji Dîlok heya Mereşê, Dersimê çû gelek qadan û timî di nava liv û tevgerê de bû. Şoreşgerek welê bû ku li ser xeta Kemal Pîr tevdigeriya. Hem ji bo propagandayê weke kesayet di bandorkirinê de, hem jî di çalakiyê de timî pêşeng bû. Li ser vî bingehî li gelek qadan ji bo avakirina komên ciwan ên şoreşger tevkarî kir.

Tam dîroka wê nayê bîra min – lê dibe 1978 be – dema ji Enqereyê hat Amedê qezayeke trafîkê ya giran derbas kir. Dema ji Pîrînçlîkê derbas bû nêzî termînalê bû li wê qada duz otobus qulibî û hesiyê wî yê qalçayê şikest. Bi giranî birîndar bû, demek dirêj di tedawiyê de ma. Helbet ew bûyerek bêşans bû. Lê belê her kesê israr kir, hêz da, moral da û ew bi xwe jî bi israr bû û ew birîndarî derbas kir. Piştre dîsa têkoşîna xwe domand.

Fermandarê pêşeng ê Berxwedana Sîweregê

Yek ji fermandarê pêşeng ê Berxwedana Sîweregê bû. Tevlî Berxwedana Hîlwanê nebû, lê belê di amadekarî û pêkanîna Berxwedana Sêweregê ya sala 1979’an di asta fermandarî de erk û berpirsyarî hilda. Dema ku Komîteya Navendî ya yekem a PKK’ê hate damezrandin, vê komîteyê Komîteya Leşkerî ya Navendî ya sê kesan ava kir. Berpirsyarê vê komîteyê heval Mehmet Karasungur bû. Ew di heman demê de endamê Komîteya Navendî bû û erkê organîzekirina vê komîteya leşkerî jê re hatibû danîn. Yek ji du alîkarên komîteya navendî heval Riza hatibû wezîfedarkirin. Bi gotineke din, dema ku PKK’ê di Adar û Nîsana 1979’an de hewl dida rêxistineke leşkerî ava bike, hevrê Riza wekî alîkarê fermandarê vê rêxistinê tê wezîfedarkirin. Ev nîşan dide ku hevrê Riza di wê demê de jî xwedî zanîn, ezmûn û baweriya pêwîst bû ku berpirsiyariyek wisa bigire ser xwe. Bi tecrûbeyên ewçend hatine bidestxistin re, ji bo meşandina karekî bi vî rengî di her warî de vekirî be, rola ji Sêweregê re hatiye dayîn tê zanîn; armanc ne cezakirina çeteyeke eşîrî ya feodal bû, lê destpêkirina gerîla bû. Perwerdekirina yekîneyên gerîla û veguhastina gerîla ber bi herêmên din ên welêt, li her devera Kurdistanê bû. Hevrê Riza bû yek ji kesên destpêkê ku bi awayekî fermî fermandarî û pêşengiyeke bi vî rengî ya gerîla kir.

Hevrê Riza çavkaniya hêz û moralê bû

Piştî ku heval Riza ji zindanê derket, piraniya me bi êşkenceya giran a di dema zindanê de nas kir. Lê belê, di salên 1970’an de, berî ku ew bê girtin, rastiya hevrê Riza ne bi vî rengî bû. Hevrê Riza berxwedana Siwêregê bi rê ve bir, me piştî çalakiya Bucakê li Hilvanê bi hev re civînek kir; Ez wê pêvajoyê pir baş dizanim. Di destpêka sala 1980’an de, dema ku li ser xeta Hîlwan-Siwêregê operasyonên dijwar dihatin kirin, heval Riza jî hate girtin. Dema ku di wesayîtekê de bû, hate dorpêçkirin û girtin. Piştî darbeya 12’ê Îlonê 12 salan di zindanê de ma. Ew yek ji wan kesan bû ku li Zindana Amadê - ku wekî "Zindana Saygonê" tê hesibandin lê şert û merc hîn dijwartir bûn - rastî êşkenceya herî giran hat. Heval Riza her tim beşek ji berxwedanê bû. Wî moral û hêz da her berxwedanek ku beşdar bû. Êşkenceyên herî giran jî dît lê her dem zanî bi awayekî lehengî li ber xwe bide. Wî qet lawaziyek piçûk nîşan neda û ew her tim çavkaniyek hêzê bû ku moral dida hevalên xwe û wan li ser piyan dihişt. Li ku derê be jî, helwestek wî hebû ku hêz û hêvî dida hawîrdora ku tê de bû. Ew di ciwaniya xwe de jî wisa bû û wî heman biryardarî di girtîgehê de û piştî ku hate berdan jî parast. Ew sekneke îradeyî bû. Ew xwedî hêzek ramanê bû ku dikaribû rewşê rast binirxîne û li gorî wê helwestek xurt pêş bixe.

Heval Riza di sala 1992’yan de ji zindanê derket. Zindan her kesî diguherand, lê heval Riza pir neguherî. Helwesta wî ya bi îradeya xurt, xwezaya wî ya pêbawer, kesayetiya wî ya jîr û her weha jîrbûna wî neguherîbû. Ew yek ji wan kesên kêm bû ku dikarîbû henekên nazik bike, ku bi henekan li jiyanê dinihêrî û bi vî rengî berdewam dikir. Bi vê aliyê xwe, moral dida kesên li dora xwe û di heman demê de, bi vî rengî wate dida jiyana xwe.

Li çar aliyên Kurdistanê û dervî welat xebat meşandin

Piştî ku em jî di bihara 1994’an de ji zindanê derketin, em dîsa li Dibistana Navendî ya Partiyê ya li Şamê bi heval Riza re civiyan. Me bi hev re rabirdû nirxand, li ser nîqaş kir û demek kurt bi hev re man. Wê demê, ew ji bo erkê xwe yê nû amadekariyan dikir. Piştî ku amadekarî qediyan, ew çû qada Îranê û li wir erkên xwe yên partiyê pêk anî. Piştre ew vegeriya Qada Rêbertiyê. Piştî ku em çûn welêt, me her gav ji dûr ve an jî dem bi dem ji nêz ve xebat meşand. Di sala 1995’an de me li qada Zagrosê bi hev re xebat meşand. Di salên 1998-99’an de, di pêvajoya Kongreya 6’emîn de, dema ku Rêbertî bi fîzîkî hatibû ragirtin û tevger pirsgirêkên giran dijiya, heval Riza yek ji navên sereke bû ku pêvajoyê kom kir, kongreyê meşand û bawerî ava kir. Di wê pêvajoya tevlîhev de heval Riza atmosferek welê ava kir ku hem Rêber Apo û hem jî hemû kadro pêbawer bûn û erk dan wî. Ji bo kongre bi awayekî serketî bi rêve biçe pêşengî kir. Paşê, wekî endamê Komîteya Navendî û her weha wekî kadroyek damezrîner, wî di gelek warên cûda de erk pêk anîn.

Heval Riza li çar beşên Kurdistanê û derveyî welêt xebat kir: Li Başûr (Iraq), Rojhilat (Îran), Rojava (Sûriye), Bakur (Tirkiye) û li Ewropayê xebat meşand, ji xwe li zindanê mabû. Di salên 2000’an de, li Ewropayê di têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî de roleke çalak girt ser xwe.

Piştre vegeriya welêt û me bi salan li Navenda Parastinê bi hev re xebat meşand. Zanîna wî kûr bû, ew dikaribû têkiliyên bi bandor bi mirovan re ava bike û xwedî hêza perwerdekirina wan bû. Di vî warî de, wî tevkariyên mezin di perwerdehiya leşkerî, îdeolojîk û teorîk de kir. Şervanan di akademiyên Navenda Parastinê de perwerde kir. Ew ji akademiyekê ber bi akademiyekê ve diçû, ders da û lêkolîn kir. Xebat bi awayekî pergalî meşand. Hin ji van xebatan wekî pirtûk hatin weşandin û bi raya giştî re hatin parvekirin.Tevkariyek mezin li perwerdeya şervanan kir. Ji bo her kesî kedên bêhempa raber kir.

Hevalê Riza di gelek erkên bilind de wekî endamtiya Komîteya Navendî ya PKK'ê xebat meşand, hem bû koordinasyon û hem jî di dîwana wê de wezîfe girt. Her wiha endamtiya Konseya Rêveber a KCK'ê kir. Di gelek qadên leşkerî, îdeolojîk, siyasî û dîplomatîk de roleke çalak lîst. Li Mexmûrê xebatên civakî meşand. Yek ji fermandarên fermî yên pêşîn ên PKK'ê bû. Kadroyekî mînak bû ku şoreşgeriya yekpare temsîl dikir, di her kar û qadê de erkên xwe bi cih dianî. Bi dîsîplîn, pêşbînî, hişyarbûn û hesasiyeta xwe di xebatê de bi bandor bû. Kadro, şervan, gel û civakê perwerde kir. Di pêşxistina têkoşîna şoreşgerî, mezinbûn û girseyîbûna tevgera Apoyî de tevkariyên mezin kir.

Çawa ku berxwedêr, fermandar, leşker û şervan bû, roj hat bû dîplomatek jî

Heval Riza di girtîgehê de ma, êşkenceyên giran dît, lê qet negot, "Ez nikarim tehemûl bikim." Piştî ku ji girtîgehê derket, beşdarî her qada têkoşîna şoreşgerî bû. Li çiyayan şer kir, wekî fermandar xizmet kir û perwerde da. Hin deman xebatên girseyî pêk anî, hin deman jî xebatên siyaset û dîplomasiyê meşand. Erkên rêveberiyê girt ser xwe. Bi kurtasî, nasnameyeke şoreşgerî ya piralî di kesayeta xwe de pêş xist. Hem berxwedêr, fermandar û şervan bû; hem jî siyasetmedar, rêveber, xebatkarê girseyî yê bi bandor, perwerdekar û milîtan bû.

Ji ber vê yekê, naskirin û fêmkirina kesayetiyên mîna wî pir girîng e. Heval Riza van hemû serketinan bi hêsanî bi dest nexist. Her yek bi hewildan, ked û fedakariyeke mezin bi dest xist. Têkoşîna wî dijwar bû û li pey xwe kombûnek, tecrûbeyek mezin hişt. Di vî warî de, şehadeta heval Fûat û Riza ne windahiyek e, semboleke nirx û mîrateyek mezin e. Em qet şehîdan wekî "winda" nabînin. Ew kesên ku serkeftin bi dest xistine, yên ku rastiyê temsîl dikin, yên ku rêya azadiyê vedikin in. Ew çavkaniya îlhama me ne. Pênaseya windakirinê ne rast e. Windakirin tê wateya firsend û derfeta heyî nenirxandine. Windahî; her tim rê li ber şaştiyan vedike. Ji ber vê divê em têgehan rast bikar bînin. Divê ti carî em ji bo şehîdên xwe pênaseya ‘windahî’ bikar neînin. Çawa ku di Îsalmiyetê de dibêjin ji şehîdan re ‘nebêjin miriye yên ku rast dijîn ew in’, divê em jî ji aliyê xwe ve pênaseya ‘windahî’ bikar neînin. Ew ne windahî ne, berovajî ew heqîqet in. Yê ku hebûna me ava dike û azad dide jiyîn şehîdên me ne. Her tim çavkaniya me yê hêzê li her derê rastiya şehîdan e. Heqîqet şehîd bi xwe ne. Wekî ku Rêber Apo gotiye, "Şehîd PKK’yî ne, PKK’ê Partiya Şehîdan e." Rêber Apo şehîdan wekî "Rastiyên ku di cewhera PKK’ê de dijîn û bûne beşek ji dîrokê" pênase dike. Rêber Apo dibêje, ‘Ew serdema qehreman a gelê Kurd û meşa azadiyê ya Apoyiyan temsîl dikin. Ew ne tenê beşek ji rabirdûyê ne, di heman demê de rêberên îro û sibê ne. Wan rê vekirin, wan şopa rastiyê hiştin. Em ji wan fêr dibin ka em îro çawa bimeşin, çawa di rêya rast de pêşve biçin.” Di vî warî de bi rastî jî rast fêmkirina şehîdan pêwîst e. Bi taybetî jî rastiya ku hevrê Fûat û Riza yên ku ewqas zor û zehmetî jiyane, li gel her cure zehmetî, astengî û zordariyê bi hişmendî û vîna xwe ji bo azadiyê têkoşiyane, bi Rêber Apo re hevrêtî kirine û bi ser ketine. Divê ev yek neyê jibîrkirin. Ji ber vê yekê divê em wan rast fêm bikin û pênase bikin.

Van hevalan ji bo me hemûyan kedeke mezin dan. Wekî kesek ku derfet dîtiye bi wan re bixebitim, ez vê yekê ji nêz ve hîs dikim. Divê em li hemberî keda wan berpirsyariya xwe bi cih bînin. Wan têkoşînek da ku bandor li jin, ciwan, karker, gelan û sosyalîstên şoreşger kir. Ev bandor tê wateya kedê. Keda wan li ber me hemûyan heye, divê em hewcedariya vê bibersivînin. Pêdiviya vê bandorê ew e ku em wan rast fêm bikin û xwedî li mîrateya wan derkevin e. Ev tenê bi xeta Apoiyî, şêwazê têkoşînê û biryardariya wan mimkun e. Erka me ew e ku em vê têkoşînê rast fêm bikin, li ser vê bingehê xwe perwerde bikin û nû bikin û berpirsiyariya ku wan daye me bi serkeftinek pratîkî bicîh bînin. Bi vê hişmendiyê, em ê li ser rêya wan bimeşin.

Hemû hewldan û keda me wê ji bo pêkanîna armanc û hesreta wan be

Ew mîna şehîdên Kongre 12’emîn hatin ragihandin. Kongreya 12’emîn kongreya afirandina dîrokekê bû. Kongreyek bû ku çarçoveya dîrokî ya serdema lehengiyê ava bike, rê li ber destpêkeke nû û mezin veke û derî li serketinên nû veke. Di pêvajoya pêş de wê serketinên bi vî rengî rû bidin û bi pêş bikevin û ti kes wê nikaribe pêşî li van destkeftiyan bigire. Çiqasî êrîş bikin an jî hewl bidin astengiyan derxin jî, ti kes nikare pêşî li tevgera Apoyî bigire ku serketinên nû yên azadîparêz pêk bîne û meşên mezin ên şoreşgerî derxîne holê. Divê her kes, gelê me û hevrêyên me baş zanibin; Divê em xwe amade bikin ku bibin milîtanên ku bi hêvî û wêrekiyeke mezin destkeftineke bi vî rengî bidest bixin û destekê bidin û di pêvajoya nû de wê serketinên mezin ên nû bi xwe re bînin. Rêya pêkanîna vê jî bi fêmkirina rast a heqîqeta Rêbertî û şehîdan dibe. Ev yek jî bi fêmkirina heqîqeta wan re pêkan e.

Di vê Gulanê de, di meha şehîdan de divê em bikaribin vê zêdetir bikin. Fêmkirina rastiya van şehîdan, ji Hakî Karer heta Fûat û Rizayan, ji Sarayan heta Zîlanan û di serî de şehîdên mezin ên şerê tunela lehengiyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê Zap û Metîna jî di nav de, perwerde û bilindkirina hişmendiyê di nav xwe de dihewîne da ku xwe xurt bike û bi awayekî rast û serketî li ser peywir û berpirsyariyan rabe.

Bi vê hişmendiyê, wekî hemû milîtanên şoreşger, jin, ciwan, karker û kedkar, divê em ji şehîdan dersan derxînin û têkoşîna ku wan dane xwedî derkevin. Ji ber ku ev heval ne tenê şervanên azadiya neteweya Kurd bûn, di heman demê de şervanên demokrasî û azadiyê jî bûn ku bi hişmendiyek sosyalîst a kûr şer kirin. Rê li ber ferdekî azad û xeteke komunîst a demokratîk vekirin. Bi dildarî bi vê jiyanê ve girêdayî bûn û dizanîbûn ku weke milîtanên azadiyê hemû jiyana xwe bidomînin û rê li ber encamekê veke. Ji ber vê yekê, gelek tişt hene ku her kes ji şehîdên me hîn bibe. Em dikarin û divê gelek tiştan hîn bibin. Şehîd mamosteyên me yên rast in, rehberên me ne, hîndekarên me ne. Divê em vê rastiyê baş bizanibin. Divê em karibin bi xurtî û kûrahî xwedî li rastiya şehîdan derkevin. Wekî ku Rêber Apo gotiye, "Ew ê ji bo pêşketinên mezin ên siberojê çavkaniya îlhamê bin û dê rêberên me yên daîmî bin." Bi girtina hêzê ji vê çavkaniya îlhamê, em ê li ser rêya wan bimeşin û armanc û xeyalên wan pêk bînin. Hemû ked û hewldana me wê ji bo pêkanîna armanc û hesreta wan be.

Di dawiyê de, ez şehîdên me hevrê Fûat û Riza ku di Kongreya 12’emîn de hatin ragihandin, bi hurmetî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim; Ez bang li hemû gelê xwe, bi taybetî ciwan, jin, kedkar û dostên me dikim ku heqîqeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn û heqîqeta Apoyî rast fam bikin û berpirsiyariyên xwe bicîh bînin.

Ez dibêjim; Şehîd Namirin, Şehîd Namirin

Çavkanî: Rojnameya Serxwebûn