Dayîkên Aştiyê: Gotinên dayîkên polîs û leşkeran ên ji bo aştiyê girîngin
Dayîkên Aştiyê: Gotinên dayîkên polîs û leşkeran ên ji bo aştiyê girîngin
Dayîkên Aştiyê: Gotinên dayîkên polîs û leşkeran ên ji bo aştiyê girîngin
Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê ya Amedê di derbarê daxuyanî û axaftinên dayîkên leşker û polîsan de daxuyanî dan û diyar kirin ku, ji bo wan daxuyaniyên dayîkên leşker û polîsan ên di derbarê daxwaza çareseriya bi aştî ji bo wan pir girîngin. Dayîkan bertek nîşanî daxuyaniya Parlamentera CHP'ê ya Îzmirê Bîrgul Ayman Guler a nijadperest jî da û şermezar kir.
Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê ya Amedê, têkildari daxuyaniya Parlamentera CHP'ê ya Îzmirê Bîrgul Ayman Guler û banga dayîkên leşker û polîsan li komeleya xwe daxuyanî dan. Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê ya Amedê daxuyanî Parlamentera CHP'ê ya Îzmirê Bîrgul Ayman Guler a li Meclisê ku gotibû "Neteweya Tirk û milletê Kurd nabe wek hev" şermezar kir û diyar kirin ku banga dayîkên leşker û polîsan a ji bo aştiyê ji bo wan girînge. Li ser navê Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê Raife Ozbey diyar kir ku, daxuyaniya Parlamentera CHP'ê Bîrgul Ayman Guler a li hemberî gelê Kurd bikar ani gotnek faşîst û nijadpereste û Ayman Guler şermezar kir.
Ozbey ani ziman ku, ger jinek bi gotinên faşîst û nijadperet derkeve pêşberî civakê û meclisê di hiş û mejiyê wê de pirsgirêk heye. Ozbay da zanîn ku, lazime herî zêde jin aştî, azadî, wekheviye bixwazin.
Ozbey bang li parlamenterên Kurd ê di nava AKP, CHP û MHP'e de cih digirin kir û xwest aqilê xwe bidin serê xwe û li nasname û rûmeta xwe xwedî derkevin. Ozbey di derbarê daxuyanî û axaftinên dayîkên leşker û polîsan de jî diyar kir ku, ji bo wan daxuyaniyen dayîkên leşker û polîsan ên di derbarê daxwaza çareseriya bi aştî ji bo wan pir girîngin.