Cezayê hucreyê li 70 girtiyên jin yên girtîgeha Şakranê birîn

Cezayê hucreyê li 70 girtiyên jin yên girtîgeha Şakranê birîn

70 jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan ya Şakranê ya Alîagaya dimînin, ji ber ku pêkanînên keyfî yên rêyedarên girtîgehê şermezar kirin rastî cezayê hucreyê hatin. Rêveberiyê di navbera 3 û 12 rojan de cezayê hucreyê li girtiyan birî û wiha gotin: "Wezîrê Dadê û rêveberiya girtîgehê li şûna şert û mercên wan baş bikin li hemberî daxwazên wan ên demokratîk û rewa bi tecridê wan ceza dike.

Li girtîgeha Şakranê binpêkirina mafan bedewam dike. Girtîgeha Şakranê ku her tim bi binpêkirina mafan tê rojevê, niha jî bi cezayê hucreyê ku li 70 jinên girtî birî ket rojevê. Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Şakranê li 70 jinên girtî di navbera 3 û 12 rojan de cezayê hucreyê birî. Jinên ku rastî binpêkirina mafan û ceza hatin di derbarê helwesta girtîgehê û binpêkirina mafan a li girtîgehê nameyek şandin. Girtiyan di nameya xwe de diyar kirin ku, binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe û girtiyên mafê xwe diparêze rastî pêkanîn keyfî yên dijmirovahi tên.

Jinan di nameyê de anîn ziman ku, pêkanînên dijmirovahî berdewam dikin û wiha gotin. "Herî dawî li Girtîgeha Hêjmar 2 li dijî hevalê me êrîş pêk hat. Dîsa li dijî zarokên li kampê êrîş pêk hatin. Lêgerînên tazî berdewam dikin. Li hemberi vê yekê me bi dehan daxwazname ji saziyên dewletê re nivîsandin. Daxwaz û mafê me yên hevdîtina hundir hatin redkirin. Hevalên me yên nexweş her ku diçe rewşa wan giran dibe. Gelek pirsgirêk hene."

'BÊY LÊPIRSÎNÊ CEZA BIRÎN'

Jinan da zanîn ku, ji bo pêkanînên dijmirovahî şermezar bikin xwestin li deriyan bidin û bertekên xwe bînin ziman bêyî lêpirsîn û pirsiyariyê li 70 jinan cezayê hucreyê birîn. Ji bo ku em dengê xwe bilind bikin û daxwaza xwe bînin ziman ev çalakiyek herî demokratîk û rewa ye. Hemû mafê me tê binpêkirin û daxwazên me liber çavan nayên girtin. Dema cezayê hucreyê dibirin jî bêyî ku bizanibin kijan hevalê me tevlî çalakiyê bûye an nebûye ceza dibirin. Li 70 hevalên me di navbera 3-12 rojan de cezayê hucreyê birîn. Hin hevalên me yên cezayê hucreyê girtin tenduristiya wan nebaşe. Hin hevalên me şert û mercên wan ên li hucreyê bimînin tune ye. Lê li gel vê yekê rêveberiyê dîsa ceza biriye. Dixwazin bi vî rengî înfaza tahiyeyê bişewîtinin."

Girtiyan destnîşankir ku, ev polîtîka berdewama hişmendiya faşîste û vê yekê qebûl nakin. Girtiyan da zanîn ku, ew li hemberî van pêkanînan bêdeng namînin û dê bêtir li mafê xwe xwedî derkevin. Girtiyan bang li cemaweriyê û raya demokratîk kir û xwest deng bidin dengê wan.