Cansiz, Dogan û Şaylemez li Essen hatin bibîranîn

Cansiz, Dogan û Şaylemez li Essen hatin bibîranîn

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê çile li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Essen a Almanyayê hatin bibîranîn. Di bîranînê de axaftin hatin kirin û di axaftinan de Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan bi tund hat rexnekirin û Tikriye ji komkujiyê berpirsyar girtin.

Qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên kurd kul i Parîsê hatin qetlkirin di serî li Ewropayê û bajarên cuda yên cîhanê bi meş, civîn û çalakiyan tên bibîranîn. Li bajarê Essen a Almanyayê roja  yekşemê  civînek pêk hat û divînê de Sakîne Cansiz, Fîdan  Dogan û Leyla Şaylemez hatin bibîranîn.  Civîna li Komeleya Kurd a Essen pêk hat gelek kes tevli bûn.  Di bîranînê de wêneyên her sê jinên kurd hatin danîn.  Di bîranînê de axaftin hatin kirin û di axaftinan de têkoşîn û jiyana wan hate vegotin û her wiha hate destnîşan kirin ku berpirsê komkujiyê Tirkiye.

DIVÊ EM TÊKOŞÎNA XWE PÊŞ VE BIBIN

Di civînê de serokê MalbatÊn Şehîdên Kurdistanê Cemîl Gultekîn axivî. Gultekîn balkişand ser komkujiya Parîsê û destnîşan kir k udi dîroka Kurdistanê de bi hezaran şehîd hene.  Gultekîn anî ziman ku bûyera li Parîsê pêk hatiye hovîtiyeke mezine û got; Bi vê komkujiyê dixwazin kurdan bitirsînin. Lê em ji têkoşîna xwe dest bernadin.”

Piştre li ser navê saziya siyasîya kurd a Ewropayê axaftinek hat kirin.  Di axaftinên hatin kirin de wiha hat gotin: “Dema mirov li dîroka împaratoriya Osmaniyan dinêrin, li pişt tu kes nehatine hiştin.  Her kesî hev û din kuştine, qetilkirine. Ev kevneşopî bi komarê re li ser kêmaran pêk hatiye. Li ser Ruman, Ermeniyan û hrw. Hatin tune kirin. Ji ber ku Kurd zêdebûn nekaribûn tiştekî wisa bikin. tenê asîmîle kirin û niha didomînin.  Li hemberî kurdan şerekî mezin didin meşandin. Yên ku tên kirin ji faşîzma 12’ê îlonê zêdetire. Îro bi hezaran siyasetmedarên kurd di girtîgehan de ne. nihêrtin wisa naqede, vê carê dest bi kuştinên xayîn kirin. ewil ev li çiyayan pêk anîn. Li wir bi ser neketin vê carê berê xwe dan Ewropayê. Komkujiyek wisa pêk  anîn. Sakîne Cansiz bi salan li çiyan, zindanan û Ewropayê têkoşîn meşand. Jineke bi rumet a kurd bû.  Sakîne di demeke ku mirova ditirsiya bigota ez ‘kurdim’ li zindanên Amedê li ber xwe da. Dîsa Fîdan Dogan li Ewropayê mezin bûye lê jiyana wir red kiriye. Xebata dîplomasiyê ya vî gelî meşandiye. Leyla Şaylemez jiyana xwe daye ser vê têkoşînê.  Divê em girêdayê bîranîna wan bin. “

Piştî axaftinan sînevîzyoneke ku jiyana Cansiz, Dogan û Şaylemez vedigot hat nîşandan.