BDP: Dê hêj çend jin bimirin?
BDP: Dê hêj çend jin bimirin?
BDP: Dê hêj çend jin bimirin?
BDP’ê derbarê kuştina jina bi navê Sarai Sierra ya ku wek turîst hatibû Stenbolê û li wir hate kuştin de daxuyaniyek da û bertek nîşanê hikûmet, çapmenî û aliyên civakê yên ku jinan sûcdar dikin, yên kuştinên jinan rewa dikin, da. BDP’ê diyar kir ku dê hêj çend jin bimirin?
BDP’ê der barê jina bi navê Sarai Sierra ya ku wekê turîst hatibû Stenbolê û çend roj berê cesedê wê hat dîtin de daxuyaniyek nivîskî da. Berdevka Meclisa Jinan a BDP’ê Pelîn Yilmaz, daxuyaniyek bi îmzeya Seroka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Meral Daniş Beştaş daxuyaniyek da û wiha got: “Dema me agahiya wendabûna Sierra ya 33 salî girt, fikarên me gelek zêde bû. Li vî welatî me dizanibû ku zîhniyeta serdest ya mêr li jinê dide, şîdetê lê dike, îşkencê lê dike û qetil dike. Mixabin dîsa heman tişt pêk hat û jineke din hate qetilkirin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê her çiqas ev demek be kuştinên jinan ketibe rojevê jî, lê bi cidiyetek mezin nehatiye dest girtin û bal kişand ser helwesta hikûmet û çapemeniyê.
HIKÛMET Û ÇAPEMENÎ BI HEVRE JINÊ QIR DIKIN
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hikûmeta ku wekheviya jin û mêr red dike û polîtîkayên qirkirina jinê dişopînin dibe hevkar. Dadgehê ceza nedin kujeran û tecawîzkaran hevkare. Polîsên ewlehiya jinan nake hevkarin. Rojnamegerên kul i şûna jinê bi hêz bikin, wekê magazînel dide hevkarê qirkirina jinê ye.
Lê aliyekê berfireh yê civakê ku jinê her tim sucdar dibîne, hevkarê vê ye. Belê em dîsa şerma herî mezin di kuştina jina 33 sali ya Amerîkayê ku dibêjin li Stenbolê çi dike, jina dayika du zarokan û zewicandî çima wek turîst hatiye Stenbolê, dibînin û her ev helwesta wisa kuştina jinê rewa dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin k udi serî li hemberî kuştinên jinan û her cureyê şîdeta li hemberî jinan divê hestiyarî bê afirandin.