8 salan li benda tecawizkarê xwe ma!

8 salan li benda tecawizkarê xwe ma!

Jina ciwan ya ku 8 salan li benda tecawîzkarê we ma bi dawetekê zewicî û vê carê li dijî dewletê ku şîdet û tecawîzkar ceza nekirin dest bi lêgerînê kir. Jina ciwan ku bi nêrîna ‘Namûsê’ re rû bir û ma wiha got: “Ez rastî tecawîzê hatim min ji kesî re negot. Ne malbatê û ne jî civakê tiştekî wisa qebûl dikir. Ez ji neçarî bê deng mam.”

Ji ber polîtîkayên dewletê û şîdeta mêr her diçe mexduriyetên dijwartir dijîn. Li vî welatê ku ne tecawîzkar, jina rastî tecawîzê tê sûcdar tê dîtin û gelek caran jinên rastî tecawîzê tên neçar dimînin veşêrin.

Jineke din jî ku rastî tecawîzê hat, ji bo ku dernekeve holê bi salan bê deng ma û piştî salan şûnde bi tecawîzkarê xwe re zewicî. Li Idîrê 8 sal berê jina wan bi sozên zewacê hate xapandindû rastî tecawîzê hat. Jina ciwan 8 salan li benda tacawîzkarê xwe ma û bi daweteke sexte zewicî. Jina ku bi mehra mele zewicî, tiştên hatin serê wê ji ANF’ê re vegot:

 “Ez li marketekê dixebitim. Li wir me hev dît. Yek xistin navbera me, piştî demekê min qebul kir. Ji min re got ez dixwazim bi te re bizewicim. Bi vî awayî ez bernedam. 8 sal wisa derbas bû.

BI SALAN EZ JI NEÇARÎ LI BENDÊ MAM

Jina ciwan di berdewamiya axaftiya xwe de wiha got: “Bi salan ez ji neçarî li bendê mam. Ez revandim û tecawîzê min kir. ji ber vê yekê ne min ji malbata xwe re û ne jî ji kesekî re got. Ger min bigota dê buyer derketiba holê. Ne malbatê û ne jî civakê ev qebûl dikir. Ji min re got min gilî neke ez ê bi te re bizewicim. Ez jî bê deng mam. Piştî min tecawîzê keseke din jî kir. Keçikê gilî kir û 4 mehan di girtîgehê de ma.”

 Jina ciwan diyar kir ku tecawîzkarê wê 8 sal şûnde malbatê xwe tîne û dixwaze û wiha got: “Malbata min li dijî vê zewacê bû. Nedixwest. Min jî ji neçarî got ez rastî tecawîzê hatime. Bi lez û bez dawetek sexte çêkir. Mehra fermî nebirîn. Gotin piştî dawetê em ê bibîrin. Tenê mehra olî birîn. Lê piştre derket holê ku mele jî sexte ye. Şahid jî xwe nexweşên penceşêrê bû, hefteyek şûnde mir. Wan dizanibû şahid dê bimire. Ji ber wî ev anîn. Yanî her tişt bi plankirî pêk hat.

HÊVIYA MIN BO MEHRA FERMÎ HEBÛ LÊ…

Di berdewamiya axaftina xwe de wih agot: “Bi hincetên cuda mehra fermî nebirîn. Ez birim mala bavê xwe. Çawa ez birim mala bavê xwe, malbatê gotin em te naxwazin. Xwesuya min û keçên xwe gotin em te naxwazin. Ji min re dijun kir û heqaret li min kirin. Wê rojê ez birim mala dayika min. Min zêrê xwe jî girtin cem xwe. Serê sibê hevserê min li min geriya. Bi xwişka min re axivîn û em biçin mehra fermî bibirîn. Min xwe amade kir. Hevserê min hat ez birim mal dîsa. Hemû zêrên min girtin. Serê sibê jî da dayika xwe û derket. Xwesuya min dîsa hat odeyê û got em te naxwazin. Got: ‘em mecburbûn dawetê çêbikin. Ev dawet sexte ye.”

GEF LI MIN XWAR

Jina ciwan diyar kir ku rastî şîdeta fîzîkî û derunî ya xwişk û dayika tecawîzkarê xwe hatiye û got: “Ji be ku min şîdet tê du rojan min derî li ser xwe girt. Gef li min xwarin. Gotin em li xwişka te û polîs geriyane. Ji min re got em ê te bikujin û ji şaneşînê de biavêjin û bêjin întîxar kiriye. Ez li polîs geriyam. Vê carê ji polîs re gotin şîzofren e.”

EZ XAPANDIM

Jina ciwan diyar kir ku piştî qereqolê çûye mala dayika xwe û li vir hîn dibe ku ducaniye û wiha got: “Piştî ji mala wan diçim, dibêjin bûka me zêrê me dizîne, ji xwe ne bi namûs bû. Piştî min ev hîn kir bi hevkariya boriya Îdirê serî li dadgehê da. Parêzeran got delîl tune, tuyê çawa îsbat bikî. Ez çûm dozgeriyê. Min ji parêzer re got ez dê te gilî bikim. Ji ber vê parêzer eleqeder bû. Di vê navberê de zaroka min ji ber min çû. Ez niha nekarim derkevim kolanê, şerm dikim.”

Jina ciwan ya ku 8 sal şûnde det bi lêgerîna edeletê kir, di meha adarê de doza wê dê li Dadgeha Cezaya Giran a Îdirê bê dîtin.