Li Mûşê atmosfera hilbijartinê: Rengê me DEM Partî ye
Şêniyên Mûşê bi gotina 'Xizmet ji xelkê Mûşê re nayê kirin, tenê dizî tê kirin' nerazîbûn nîşanî namzetê AKP'ê Feyat Asya dan û gotin, "Ji bo jinûve jiyanê em piştgiriyê didin DEM Partiyê."
Şêniyên Mûşê bi gotina 'Xizmet ji xelkê Mûşê re nayê kirin, tenê dizî tê kirin' nerazîbûn nîşanî namzetê AKP'ê Feyat Asya dan û gotin, "Ji bo jinûve jiyanê em piştgiriyê didin DEM Partiyê."
Li Mûşê rojeva sereke ya şêniyan, hilbijartinên xwecihî ye. Li Mûşê ku DEM Partî xwedî hilbijêr û bingeheke xurt e, şaredarî demeke dirêj e di destê AKP'ê de ye. DEM Partî bi Sirri Soylemez û Tûba Sayilgan xwe ji hilbijartinê re amade dike. AKP jî bi Feyat Asya tevlî hilbijartinê dibe ku çavkaniyên herêmê bi temamî bi salan e pêşkêşî alîgirên xwe dike.
Şêniyên bajêr li ser mijarê axivîn.
JI BO PAŞEROJA ME, DEM PARTÎ
Diyar Karaçelîk: Karekî nakin. Hûn dibînin rêyên xerabe jî sererast nakin. Li bajêr pirsgirêkek cidî ya binesaziyê heye, ev pirsgirêk bi salan e nehatiye çareserkirin. Tenê ji bo xwe dixebitin. Çavkaniyên şaredariyê ji bo malbatên xwe bi kar tînin, wan tevlî kar dikin. Ji bo me tiştekî baş nekirine. Şaredarî tenê ji bo AKP û alîgirên wê heye. Ji ber vê yekê di hilbijartinên xwecihî de piştgiriyê didim DEM Partiyê, ji ber ku Kurd im. Ji bo xwe û paşeroja xwe em piştgiriyê didin namzetên DEM Partiyê.
XIZMET JI XELKÊ MÛŞÊ RE NEKIRIN
Serhat Dînçer: AKP'ê heta niha tiştek nekir. Deh sal in li vî bajarî nexweşxaneyeke lêkolînê çêdikin, lê encam nîne. Piraniya ciwanên me ketine nava çirava narkotîkê. Nifşê Z qedandin. Ji ber ku Kurd im ez piştgiriyê didim DEM Partiyê. Weke ciwan hêviya me DEM Partî ye.
Zozan Çoban: Ez li Mûşê ti pêşket û karî nabînim. Xwendekara zanîngehê me lê belê şaredarî alîkariyê bi me re nake. Ji bo ciwanan û xelkê Mûşê karekî nake. Ciwan ji ber ku bêhêvî bûne neçar dimînin biçin derveyî welat. Weke jinekê di hilbijartinê de piştgiriyê didim DEM Partiyê. Bawer dikim ku wê bibin hêvî ji ciwanan re û jiyaneke nû ava bikin. Ji bo ciwan ji çirava narkotîkê bêne rizgarkirin, em dixwazin ku karên ji bo çand û hunerê bêne kirin.
Ethem Bozkûrt: Em ji rêveberiya heyî ji xwe gelekî aciz in. Înşaleh di vê hilbijartinê de wê DEM Partî bi ser bikeve. Weke xelkê Mûşê em ji DEM Partiyê kêfxweş in. Em ê vê carê bi ser bikevin. Şaredariya heyî mixabin xizmetê ji me re nake, tenê xizmetê ji alîgirên xwe re dike. Yên ku şaredariyê bi rê ve dibin mîna dizan tevdigerin. Xizmeta wan ji bo gel nîne. Dem dema DEM Partî ye.
DEM WÊ BÊ, BIHAR WÊ BÊ MÛŞÊ
Mûhammed Akalin: Ya ku Mûşê bi pêş ve bibe DEM Partî ye. Êdî tiştekî ku AKP bide ciwanan nîne. Em ciwan DEM Partiyê weke hêviyê dibînin.
Vefat Soylemez: AKP'ê li Mûşê ji bo paşeroja me ti kar nekiriye. Ji bo paşeroja xwe em dibêjin DEM Partî. Ji ber ku me û nirxên me diparêze em dibêjin DEM Partî. Ji ber ku bi rengekî wekhev nêzî her kesî dibe, em piştgiriyê didin DEM Partiyê. DEM Partî wê bê, bihar wê bê Mûşê.