YXK’ê Rifat Çelebî bi bîr anî: Em ê bibin şopdarê ruhê wî yê şoreşgerî

YXK’ê Rifat Çelebî bi bîr anî û got, “Berpirsiyariya me ye ku em têkoşîna Rifat û Huseyîn Çelebî bidomînin û bibin şopdarê ruhê wan ê şoreşgerî.”

Koordînasyona Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) der barê wefata damezrînerê YXK’ê Rifat Çelebî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de gotina Çelebî “Ez 86 salî me û heta goristanê ez ê di vê têkoşînê de cih bigirin. Hûn jî pirsa ‘ez kîm e’ ji xwe bikin. Xwedî li nasname û zimanê xwe derbikevin” hat bi bîr xistin û wiha hate gotin:

“Damezrînerê YXK’ê û bavê Şehîd Huseyîn Çelebî, piştî demek dirêj hat dermankirin 21’ê Gulana 2023’an li Nurnbergê jiyana xwe ji dest da. Em xwendekarên YXK’ê gelekî xemgîn in û ji sersaxî ji malbatê re dixwazin.

Wefata endamekî girîng ê civaka Kurd me hemûyan bandor dike.

Rifat Çelebî ne tenê bavê Huseyîn Çelebî bû, di heman demê de yek ji pêşengên şoreşger ên dîasporayê bû. Di temenekî biçik de li gel malbata xwe ji Komkujiya Dersimê ya sala 1938’an reviyaye û hatiye Stenbolê û piştre tevî malbata xwe koçî Hamburgê bûne. Ji nêz ve Tevgera Azadiyê nas dikir û li Elmanyayê pêşengî ji rêxistinkirina Kurdan kir. Beriya damezrandina tevgera azadiyê, di sala 1970’an de  ji bo protestokirina radestkirina 167 Kurdan ji Iraqê re li Hamburgê yekem xwepêşandana hevgirtinê ya ji bo Kurdan organîze kir. Di xwepêşandanê de Rifat Çelebî, dostek yê malbatê û Huseyîn Çelebî yê 7 salî hebû. Îro bi hezaran kes beşdarî van xwepêşandanan dibin. Rifat Çelebî di sala 1990’an de ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanêê KNK’ê hat hilbijartin. Piştî şehadeta kurê xwe, bû alîkarê damezrandina Heyva Sor a Kurdistanê ku heta îro bi awayek çalak dixebite. Di erdheja Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê de hat dîtin ku ev xebatek çiqas bi serketî bû.

Ew yek ji çend kesên ku li Elmanyayê dijîn bû ku derfet dît Rêber Apo bibîne. Tevî extiyariyê xwe jî her tim hewl da ku beşdarî çalakiya wejeyî ya Huseyîn Çelebî bibe û bi me xwendekaran re bikeve têkiliyê. Em xwendekar ji germî û nêzîkbûna wî ya jî têkoşîna azadiya Kurd re pir bandor bûn.

Rifat Çelebî di damezrandina YXK’ê de rolek girîng lîst. Rifat Çelebî heta dawiyê beşdarî vê têkoşîna berxwedanê bû û soza xwe bi cih anî. Berpirsiyariya me ye ku pêdiviyên van sozan bi cih bînin û xwedî li nasname û zimanê xwe derbikevin.

Em YXK’ê berpirsiyariya me ye ku em têkoşîna Rifat û Huseyîn Çelebî bidomînin û bibin şopdarê ruhê wan ê şoreşgerî.”