Yekîtiya Ewropa di mijara Tirkiyeyê de li konsensusekê digere

Nûnerên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê wê îro li hev bicivin. Civîna bilind wê du rojan bidome, ku mijara sereke rewşa Tirkiyeyê ye. Endamên Yekîtiya Ewropayê dike nake têkildarî Tirkiyeyê li ser polîtîkayeke hevpar li hev nakin.

Civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê diviyabû hefteya derbasbûyî hatibûya li dar xistin, lê belê ji ber ku kesekî li nêzî Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel bi vîrûsa Covîd-19 ketibû, civîna bilind ji bo roja Pêncşemê hatibû taloqkirin.

Di civîna du rojan de wê gelek mijar bên nirxandin, lê belê mijara sereke Tirkiye ye. Cihê meraqê ye, gelo wê Yekîtiya Ewropa têkildarî pêkanînên li ser Tirkiyeyê li hev bike yan na.

Dewleta Tirk bi salane bi rêya penaberan gefê li Ewropayê dixwe, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkerî û sûcên şer dike, piştgiriyeke yekser dide hikumeta Trablûsê ku giraniya wê ji Birayên Misilman pêk tê û ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî bi rengekî eşkere binpê dike, li peravên Yewnanistan û Qibrisê bi awayekî neqanûnî li gazê digere û herî dawî li dijî Qerebaxê cihê xwe li gel Azerbaycanê girt û eniyeke nû ya şer ava kir. Bêhelwestiya Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî vê yekê mijara rexneyê ye.

Zanyarê siyasetê Patrîck Martîn-Genîer li ser mijarê ji rojnameya Fransayê Le Parîsîen re axivî û got, "Serokkomar Erdogan ji bo armanca xwe ya avakirina Tirkiyeya Mezin polîtîkayeke zordar, neteweperest û belavker dimeşîne."

'YEKÎTIYA EWROPA XWEDÎ POLÎTÎKAYEKE DERVE NÎNE'

Martîn-Genîer bi bîr xist ku tenê Fransayê ji bo piştgiriya bi Yewnanistanê re keştî û balafirên şer şandiye herêmê û diyar kir, endamên Yekîtiya Ewropayê li şûna piştgiriya vê bikin, bang li Yewnanistanê kirin ku nerazîbûnê kêm bike.

Baş e ji vê civînê çi tê payîn? Martîn-Genîer got, "Tiştekî hîn şênber" û wiha dewam kir: "Yekîtiya Ewropa xwedî polîtîkayeke derve nîne: Bêguman di dîmen de wê bêjin ku piştgiriyeke tam didin Yewnanistan û Qibrisê û banga diyalogê li Tirkiyeyê bikin."

Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel beriya civîna bilind bi daxuyaniyekê diyar kir ku eger Tirkiye "bi çêkerî" tevnegere wê hemû bijarkan deynin ser maseyê.

WÊ KARIBE PÊKANÎNAN FERZ BIKE?

Dîplomatekî Ewropî ji AFP'ê re axivî û got, "Ji bo têkiliyeke çêker a bi Tirkiyeyê re daxwazeke hevbeş heye, lê belê şert hene." Dîplomat got, "Divê em amûrên rast, dema rast û peyama rast a siyasî bibînin."

Li gorî rojnameuya Joûrnal du Dîmanche, ihtimala pêkanînan a li ser Tirkiyeyê ya ji ber kiryarên xwe yên li Derya Spî, "gelekî kêm e."