‘Wê giyanê Sara, Rojbîn û Ronahî timî di têkoşîna me de bijî‘

Bi pêşengtiya Enternasyonalîstên Elman de sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

Bi pêşengtiya Enternasyonalîstên Elman de ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li bajarê Halle yê Elmanyayê hatin bibîranîn. Di bîranînê de wêneyên sê jinên şoreşger hatin hilawistin.

Di bîranînê de Endamê Desteya Rêveber a FED-KURD’ê Menderes Koney axivî. Koney anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi awayek zanebûn jinên têkoşer qetil dike û got: “Îro salvegera komkujiyê ye. Sê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qatilkirin. Bi awayek hemwext di 6’ê Çileya 2016’an de sê jinên din ên şoreşger Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar li Silpiya Şirnexê hatin qetilkirin. Bi vê boneyê em şehîdên xwe bibîrtînin. Di heman demê de şoreşger Rosa Lûxembûrgê jî ez bibîrtînim. Timî dewleta Tirk a dagirker têkoşîna jinan dike hedef. Ev ne şehîdên yekemîn û ne jî yên dawî ne. Dema jin were qetilkirin em dibêjin jiyan tê qetilkirin. Qetilkirina jiyanê siyasî ye. Ev ne tesadûfe. Li Parîsê sê jinên şoreşger ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Kujer heta li girtîgehê bi aweyek guman jiyana xwe ji dest da jî nehat darizandin. Xwestin ku ew di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide. Çawan hate kuştin û jiyana xwe ji dest da ne diyare. Em tu kesê efû nakin û em ê tu carê dest ji vê dozê bernedin.“

Li ser navê Enternasyonalîstên Elman daxuyanî hate dayîn û di daxuyaniyê de sê jinên şoreşger ên Kurd hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku em Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamaz bi rêz û minet bibîrtînin. Giyanê Sara, Rojbîn û Ronahiyê wê timî di têkoşîna me de bijî.“

Çalakiya bîranînê ya dibin şert û mercên baranê de berdewam kir, bi guhdarkirina