Li Awûstûryayê 23 kesan name ji CPT’yê re şandin: Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

23 kesên naskirî yên li Awûstûryayê ji CPT'yê re nameyek nivîsandin û gotin, "Em daxwaz dikin ku demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û der barê  tenduristiya wî de agahiyê bigirin."

Li Awûstûryayê nûnerên sendîkayên karkeran, partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, aktîvîst, akademîsyen, hiqûqnas û rojnamevanjî di nav de 23 kesan xwestin ku şandeya CPT demildest biçe girava Îmraliyê û lêkolînê bike.

Di nameya 23 kesan a ji CPT’yê re nivîsandibûn de ev agahî hatin dayîn:

“Birêz Dr. Mitchell,

Weke endamên sendîkaya ku ji nûnerên gelek saziyên sivîl, rêxistin, sendîkayên karkeran, partiyên siyasî, rêxistinên aştî û mafên mirovan, aktîvîst, akademîsyen, profesor, parêzer û rojnamevanan pêk tê, em bangeke lezgîn li we dikin.

Nûnerê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi milyonan Kurd ve wekî nûnerê xwe yê siyasî yê rewa qebû dikin, 38 meh in li girava Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin. Tirkiye di vê tecrîda dijmirovî ya li dijî mafên mirovan de birêz Ocalan “tune kiriye” û weke tuneye tevdigerin.

Zêdetirî 3 sal in tevî malbat û parêzerên wî, nahêlin pêwendiya wî bi cîhana derve re çêbibe. Di vê demê de Tirkiye hewl da girava Îmraliyê veguherîne “darbestekê”. Abdullah Ocalan ê ku niha 75 salî ye, 25 sal in bi êşkenceya tecrîdê re rû bi rû ye û ev 3 sal in der barê tenduristiya wî de tu agahî nehatin bidestxistin. Heta niha cihê girtina wî jî nayê piştrastkirin. Rewşa wî bandoreke kûr li ser gelek Kurdan dike.

Ji ber vê yekê weke CPT em ji we daxwaz dikin ku bikevin nava tevgerê. Weke CPT maf û berpirsyariya we heye ku Tirkiyeyê jî di nav de hemû girtîgehên dewletên peymana we îmze kirine ziyaret bikin. Ev yek derfetê dide we ku hûn ekîba xwe ya pispor bişînin Îmraliyê. Dewleta Tirk mecbûr e ku bêsînor rê bide we. Derfeta we heye ku hûn biçin girtîgeha ku birêz Ocalan lê girtî ye û bi serbestî têkilî pê re deynin. Divê destûr bê dayîn ku hûn bi wî re hevdîtinê pêk bînin.

Wek CPT daxwaziya me ji we ew e ku li gorî xala 3’yemîn a Destûra Konseya Ewropayê tevbigerin: “Her endamekî Konseya Ewropayê rêgeza serweriya hiqûqê û di çarçoveya sînorê peywirê de qebûl dikin ku her kes ji mafên mirovan û azadiyê sûdê bigirin.” Birêz Ocalan, hemwelatiyê dewleteke endamê Konseya Ewropayê ye ku bîst û pênc sal in ji mafên xwe yên bingehîn ên mirovî û bi taybetî jî sê sal in ji mafê hevdîtina parêzeran an jî malbatê bêpar hatiye hiştin.Em daxwaz dikin ku demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û der barê tenduristiya wî de agahiyê bigirin. Divê hûn zextê li Tirkiyeyê bikin da ku dawî li astengkirina hevdîtina Birêz Ocalan a bi malbat û parêzeran bîne. Ji bo ku Tirkiye erkên xwe yên weke endamekî Konseya Ewropayê bi temamî bi cih bîne, gaveke wiha jiyanî ye. Ev ê bibe alîkar ku pirsgirêka mafên mirovan a giran çareser bibe û fikarên bi mîlyonan Kurdan çareser bike. Her wiha dikare ruhê lihevkirinê yê ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê wê zindî bike.”

ÎMZEKAR

Kesên ku nameya bangê îmzekirine ev in:
-Katerina Anastasiou - Berdevka Federal a KPO’yê
-Bêrîvan Aslan - Parlamentera Eyaleta Viyanayê ya GRUNE’yê
-Walter Baier - Serokê Partiya Çep a Ewropayê
-Dr. Ernst Berger - Li Zanîngeha Tipê ya Viyanayê bijîşk e
-Şenol Grasl-Akkiliç - Volkshilfe Viyana
-Dipl.Eng. Beransch Hartunian-Tahmasians - Serokê Komeleya Çandê ya -Ermenîû Awûstûrya
-Dr. Cecilia Heiss - Navenda Lênêrîna Hemayat a ji bo Rizgariyên Êşkence û Şer
- Prof. Dr. Franz Klein - Zanîngeha Viyanayê
-Robert Krotzer - Endamê Meclîsa Şaredariya Grazê ya KPO’yê
-Nikolaus Kunrath - Parlamenterê Eyaleta Viyanayê ya Keskan
-Clemens Lahner - Parêzer
-Dr. Elî Mezûdcî - Nivîskar
-Frederike Neuner - teqawîtbûyî
-Dr. Azad Noree - Nivîskar
-Doron Rabinovici - Nivîskar
-Gerhard Ruiss - Nivîskar
-Selma Schacht - Endama Meclîsa Odeya Kar a Berpirsiyara KOMînternê ya li Viyanayê.
-Anselm Schindler - Nivîskar û Çalakvan
-Gabriele Schmidt - Odeya Kar a Viyanayê
-Tobias Schweiger - Berdevkê Federal ê KPO’yê
-Barbara Steiner - Zanyarê Siyasî, Rêveberê Transform Europe
-Samuel Stuhlpfarrer - Sernivîskarê TAGEBUCH’ê
- Prof. Fred Turnheim - Enstîtuya Medyaya Navneteweyî