TJK-E: Xwestin her kesê ku xwedî li Kobanê derketin ceza bikin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê da û got, “Bi krîmînalîzekirin û tasfiyekirina siyaseta demokratîk xwestin her kesên ku xwedî li berxwedana Kobanê derketine, ceza bikin.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekî nivîskî bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê da û got, “Doza Kobanê ji bo nixumandina sûcên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şengal û Rojava ya bi hevkariya AKP-DAÎŞ’ê, hatiye vekirin. Di heman demê de bi vê yekê re hate xwestin ku komkujiuên sivîlan ên di 7-8’ê Cotmehê de hatin kirin, binixumînin û rê li ber bigirin ku li qada netewî-navneteweyî neyê darizandin. Di Doza Kûmpasê ya Kobanê de bi krîmînalîzekirin û tasfiyekirina siyaseta demokratîk xwestin her kesên ku xwedî li berxwedana Kobanê derketine, ceza bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ji ber ku li dijî êrîşên DAÎŞ’ê berxwedana 7-8’ê Cotmehê ya gelê Bakurê Kurdistanê ya bi armanca piştgiriya gelê Rojava, pêşî li van êrîşan girt û di pêşîgirtina planên dagirkerî û qirkirinê yên AKP û DAÎŞ’ê de roleke girîng lîst.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku planên Neo-Osmanî xistiye meriyetê, bi avakirina DAÎŞ’ê ku rêxistina terorê ya herî hov a cîhanê ye gelek sûcên şer kirin. Lê gelê Kurd û dostên wan bi taybetî jin li dora berxwedana Kobanê berxwedaneke mezin afirandine û bi serkeftineke mezin bi dest xistine. Bi berxwedana Kobanê re AKP-DAÎŞ têk çû û êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hatin astengkirin.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava kiriye. Lê bi berxwedana Kobanê re bi eşkerehî hat dîtin ku ev yek pêk naye.

Encama ku di doza kûmpasê de derket, careke din bû komkujî û tunehesibandina edaletê. Careke din nîşan da ku li Tirkiyeyê hiqûq bûye pêlîstika desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û dadgeh jî bûye dîka şanoyê.

Em Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê encamên Doza Kobanê şermezar dikin û bi ruhê berxwedana Kobanê biryarên neheq, bêedalet û ne rewa yên desthilatdariya faşîst nas nakin. Jin û gelê Kurd li dijî vê desthilatdariya faşîst berxwedana xwe mezin bikin. Divê neyê jibîrkirin ku têkoşîn û şerê me yê azadiyê ya li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê wê sîstema tecrîdê bişkîne û azadiya Rêber Apo pêk bîne.

Li ser vê bingehê em bang li her kesê ku alîgirê demokrasî, edalet û nirxên mirovahiyê ne û bi taybet li jinan dikin ku xwedî li Doza Kobanê derkevin, xeta jinê ya berxwedanê ya li dijî DAÎŞ’ê biparêzin. Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku erkên xwe pêk bînin û li dijî vê yekê helwest bigirin.”