Tecrîd û dagirkerî li Drancy hatin şermezarkirin

Ciwanên Kurd li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, li dijî tecrîd û dagirkeriyê çalakî li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi dirûşma "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re: Bi hev re serhildan" çalakî li dar xist.

Ciwanên TCŞ'î êvara Çarşemê li banliyoya Drancyê li hev kom bûn û beriya dest bi meşê bikin belavokeke bi zimanê Fransî xwendin.

Di belavokê de hate bibîrxistin ku girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê ji 27'ê Mijdarê ve bi rengekî bêdem-dorveger li dijî tecrîdê di reva birçîbûnê de ne.

Çalakger piştre bi pankarta bi nivîsa "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re" meşiyan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Hezar silav ji Îmraliyê re" û "Liberte pour Ocalan" hatin qîrîn. Ciwanan li kolana Jean-Jauresê bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anîn.