Tecrîd û dagirkerî li Cenevre û Corbeîlê hatin protestokirin

Li bajarê Cenevre yê Swîsre û bonliya Corbeîl a paytexta Frnasa Parîsê aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.

Li bajrê Cenevre ya Swîsreyê ciwanên ku li Bel-Aîrê hatin ba hev bi meşekê tecrîd protesto kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Terorîst Erdogan’ û Ciwanê Fedayê Rêber Apo Ne’ hatin qîrkirin. Piştî meşê mîtîngek hate kirin.

CORBEÎL

Li bonliyoya Corbeîl a paytexta Fransa Parîsê aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN êrîşên dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Çalakiya ku belavokek hate xwendin bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedan Gerîla’ hatin qîrkirin.