Tecrîd li pêşiya Nûnertiya NY’yê hate protestokirin

Tecrîda li ser Ocalan li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hate protestokirin.

Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê mîtîngek hate kirin.

Di çalakiya li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê hate kirin de, wêneyên berxwedêrên di grevê de hatin hildan û pankartên bi nivîsên ‘Berxwedana jinan serketinê tîne’ û ‘Aktivîstên Kurd ji bo şikandina tecrîdê di greva bêdawî û bêdorveger de ne’. Her wiha dirûşmên xwedîderketina li berxwedêrên li grevan û rojiya mirinê qîr kirin. Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Fransî û şûnde bi dawî bû.