BI DÎMEN

TCŞ: Divê her roj û her kêliyê em li qadan bin!

Endamên TCŞ’ê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Bordeauxê çalakî li dar xistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Bordeauxê çalakî li dar xistin. Ciwanên li ber postexaneya Rochefortê hatin ba hev, alên Rêber Apo, KCK û TCŞ’ê hildan. Ciwanan di çalakiyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo portesto kirin.

Ciwanan di çalakiyê de Asya Alî û Rojger Hêlîn yên di 23’yê Cotmehê de li TUSAŞ’ê çalakiya fedaî li dar xistin bi bîr anîn. Ciwanan di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Ciwanên hatin li ber şaredariya Rochefortê, anîn ziman divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her roj û her kêliyê li qadan bin.

Li ser navê TCŞ’ê Hogir Botan daxuyanî xwend. Hogir Botan anî ziman ku ew berxwedana Rêber Apo ji xwe re esas digrin û got: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê timî li qadan bin û têkoşînê geş bikin.”

Hogir Botan banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê bê lidarxistin kir.

Çalakî bi dirûşmeyên “ Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.