Socdem Asîa: Em li gel HDP’ê ne
Endamê Îtifaqa Pêşverû Socdem Asîa, nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê tê kirin da û got: “Em bi HDP’ê û muxalefeta demokratîk re di nava piştevaniyê de ne.”
Endamê Îtifaqa Pêşverû Socdem Asîa, nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê tê kirin da û got: “Em bi HDP’ê û muxalefeta demokratîk re di nava piştevaniyê de ne.”
Her diçe di asta cîhanî de nerazîbûnên li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê zêdetir dibin.
Endamê Îtifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) Tora Demokrasiya Sosyal a Asya (Socdem Asia) daxuyaniyek da û piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re nîşan da.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em SocDem Asîa pêla destgîrkirina hikûmeta Tirk a li ser endamên HDP’ê û rêveberên wê yên dema dawî şermezar dikin. Ev parçeyek ji kampanyaya Serokkomar Recep Tayyîp Erdoan a li ser muxalefeta li welat û taybet li dijî rikberê xwe yê herî bi înad HDP’ê bifetisîne dewam dike ye. Hevserokên berê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag jî di nav de gelek lîderên HDP’î û aktivîst li girtîgehê ne.”
Daxwaz dikin ku tavilê dawî li kampanyaya êrîşên siyasî ya li dijî muxalefeta siyasî û civak sivîl bînin û girtiyên siyasî berdin. Di têkoşîna li dijî êrîşên bê navber ên hikûmeta Erdogan a li ser azadiya demokratîk a gel û rêxistinên rewa bi HDP’ê û muxalefeta demokratîk re di nava piştevaniyê de ne.”