Seyît Riza û hevalên wî li Londrayê hatin bîranîn

Di bîranîna Seyît Riza ya li Londrayê de hat lidarxistin de Dr. Berfîn Emre axivî û got ku dewleta Tirk bi qirkirina Dêrsimê re dixweze li ser hafizayên têkildar hikma xwe çêbike.

Li bajarê Londra ya Îngîltereyê bi boneya salvegera 84’an a îdama Seyît Riza û hevalên wî merasîmeke bîranînê ji aliyê Komeleya Çandê ya Dêrsimiyan (Dêrsim-Der) hat lidarxistin.

Nûnerên rêxistinên girseya demokratîk û gelek kes tevlê merasîma bîranînê ku li avahiya Bozca-Der’ê hat lidarxistin bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna yên jiyana xwe ji dest danî destpêkir û li pêşiya wêneyê Seyît Riza mûm hatin pêxistin û qeremfîl hatin danîn.

Piştre li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk (DGB) Dogan Genç axaftinek kir û diyarkir ku pêwîste li dijî siyasetên qetlîam, zext û perçiqandinê yekîtî û bihevrebûn were pêşxistin.

Genç axaftinên dawî yên Seyît Riza bibîr xist û got, “Mîna Seyît Riza emê ti carî li hemberî desthilatdar û qetlîamgeran çok daneynin.”

Piştî Dogan Genc Seroka Dêrsim-Derê Şengul Duzgun jî axaftinek pêşkêş kir û bal kişande ser dewleta Tirk ku ev 84 salin ti belgeyekî girîng ên ayîdê terteleya Dêrsimê ji raya giştî re eşkere nekiriye.

Duzgun destnîşankir ku dixwazin felaketa ku di qetlîamê de pêkhatî bê jibîrkirin û diyarkir, “Lê dixwazin vê bêjin ku emê ti carî terteleya Dêrsimê jibîr nekin.”

Piştî axaftina Duzgun, derbasê panela bi sernavê ‘divê nêzîkatiya nifşê nû ji mîrateya Seyît Riza re çawa be’ hat dayin.

Dr. Berfîn Emre û Sekreterê Giştî yê Konfedrasyona Yekîneyên Elevî li Ewropa (AABK) Erdal Kiliçkaya tevlê panelê bûn.

Emre anî ziman ku di qeydên dewleta Tirk de Dêrsim weke ‘îsyan’ hatiye binav kirin û ev jî weke hêceta qirkirinê hatiye pêşkêşkirin.

Dr. Emre bal kişande ser pêvajoya amadekariya dewleta Tir ya beriya qetlîama Dêrsimê û îdamkirina Seyît Riza û hevalên wî  û got ku di van qeydan de mirov dikare ‘qirkirinê’ bibîne.

Emre qala pêvajoya beriya qetlîamê kir û ragihand ku mirov dikare di îdamkirina Seyît Riza û hevalên wî sînyalên pêşîn yên qirkirinê ku weke îşareta destpêkekê ye bibîne.

Dr. Berfîn Emre diyarkir ku hejmara kesên ku di tertelê de jiyana xwe ji dest danî ji hejmara fermî ku dibêjin 12 hezar in zêdetir e û bi berfirehî qala amadekiyarên ji bo qirkirinê ya wê pêvajoyê kir. Emre di vê beşa axaftina xwe de bal kişande ser armancê dewleta Tirk ya ji terteleyê û got, “Di wateyekê de ya rastî hafizeya fermî xwest ku li ser hafizeya me Dêrsimiyan hikmê bike, lê dikarin bêjîn ku me bi bîranîna Seyît Riza wek qehremanekî gel re karî wê bi rengekî veguherînin.”

Emre her wiha îşaret bi şêwazê pênasekirina fermî ya Dêrsîmiyan kir û got, “Tevahiya wan rejîmên biranînê tenê ne dîrok e, em wek Dêrsimiyan girînge ku em bi xwe çawa xwe pênase dikin.”

Di dawiyê de Emre anî ziman ku bîranîna qetlîama Dêrsimê gera li pey bersiva pirsa ‘em kê ne’ ye.

Serokê AABK’ê Erdal Kiliçkaya jî piştre axaftinek kir. Kiliçkaya bi xetên esasî qetlîama Dêrsimê bibîr xist û got pêwîste em meseleya bîranînê ji nû ve li ber çavan re derbas bikin.