Serokê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê Ozmen jiyana xwe ji dest da

Serokê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê Fevzî Ozmen di 78 saliya xwe de li bajarê Hagenê wefat kir.

Serokê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê Fevzî Ozmen ê ku bi salan e dûrî welatê xwe bû û li Elmanyayê dima bi nexweşiya penceşêrê ket. Ozmen demek dirêj dihat dermankirin. Dema ku li Nexweşxaneya AKH’ê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku sersaxiya Ozmen wê li mizgefta Hagenê bê qebûlkirin.

Fevzî Ozmen kî ye?

Fevzî Ozmen, di sala 1943’an de li  Gundê Şoraxê yê navçeya Oxlê ya Erziromê hatiye dinyayê. Dibistan seretayî, navîn û amadehî li Erziromê xwendiye û ji Fakulteya Îktîsadî ya Zanîngeha Stenbolê mewzûn bûye. Li Tirkiye û Kurdistanê bi salan di nava xebatên siyaseta Kurd de cih girtiye. Ji neçarî sirgûnî Elmanyayê bûye û li Elmanyayê jî li gelek saziyên Kurd rêveberî kiriye.

Bi taybetî jî Serokatiya Enstîtuya Kurd a Elmanyayê kir. Di heman demê de endamê KNK’ê bû û bi awayekî çalak di nav siyasetê de dixebitî.

Her wiha Ozmen, Serokê Rûmetê yê Mamosteyên Kurdistanê bû û endamê PEN’ê bû. 

Li ser  ziman û gramera Kurdî xebatên hêja yên demdirêj meşand û li kursan jî bi sedan kes fêrî Kurdî kir.

Ozmen li ser gramera Kurdî pirtûkên dibistanê nivîsandine. Romana bi navê Siya Şikestî jî ji hêla Ozmen ve hatiye nivîsandin.