Scholz diçe Tirkiyeyê: Rojhilata Navîn, penaber û balafirên şer

Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz roja Şemiyê diçe Tirkiyeyê û wê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re rûnê. Di rojeva hevdîtinê de Rjohilata Navîn, Ûkrayna, penaber û balafirên şer hene.

Li gorî rayedarên Elman, Serokwezîr Olaf Scholz roja Şemiyê wê serdana Tirkiyeyê bike.

Scholz hreî dawî çend meh berê, di Adara 2022'an de serdana Enqereyê kiribû.

Erdogan hêvî dike ku di vê serdana Scholz de ji bo kirîna balafirên şer ên Eurofighter bersiveke erênî ji Elmanyayê werbigire.

Di rojeva hevdîtina Scholz û Erdogan de bi taybetî mijarê Rojhilata Navîn, Ûkrayna û rewşa penaberan heye.

Ji bilî bilêvkirina 'fikara' di mijara demokrasî û mafên mirovan, nayê texmînkirin ku nerazîbûneke şênber nîşan bide.

Lê belê ji ber dijberiya li penabean û meyla rastigiriyê ya li Ewropayê zêde bûye, tê gotin wê di meseleya penaberan de hevkarî bê kirin.

Elmanyayê meha derbasbûyî ragihandibû ku ji bo dersînorkirina welatiyên Tirkiyeyê yên daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin peymanek amade kiriye, lê belê Enqereyê derewandibû.

Tirkiye her wiha li bendê ye ku di kirîna 40 balafirên şer ên Eurofighter Typhoon de gavek bê avêtin.

Konsorsiyûma ji bo afirandina balafira şer ji Îngilistan, Elmanya, Îtalya û Spanyayê pêk tê. Her endamek xwedî wî mafî ye ku peymanê veto bike. Tê gotin, polîtîkaya Elmanya ya li ser Îsraîlê, astengiya herî mezin a li pêşiya firotina van balafirên şer e.

Di hedefa bingehîn a van balafiran de jî Kurd hene. Li gel Bakurê Kurdistanê, fikar hene ku ev balafir li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne bikaranîn. Nayê zanîn ku ev fikar bi hin hincetan ji holê bêne rakirin an na.