Saziyên Fransayê: Bes zextê li Kurdan bikin; PKK'ê ji lîsteyê derxînin

Partiyên siyasî û komele jî di nav de gelek saziyên Fransayê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin, ku dawî li zextên li ser Kurdan bê anîn û PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' bê derxistin.

Beriya daxuyaniya çapemeniyê ku wê îro saet di 10:00 de li avahiya şaredariya Maîson des Assocîatîons a bajarê Grenoble ya li rojhilatê welêt bê dayin, peyamek hate belavkirin. Di peyamê de işaret bi zextên polîsan ên li Fransayê li ser Kurdan û êrişên faşîst hate kirin.

Gelek partiyên çep û sendîka, tevgerên siyasî, komele û komên dostaniya bi Kurdan re jî di nav de 27 saziyan bi sernavê "Divê bêrehmiya li Fransayê ya li dijî Kurdan bi dawî bibe" daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, di demekê de ku Yekîtiya Ewropayê rewşa Tirkiyeyê meha Hezîranê xiste bin kontrolê, hefteyên derbasbûyî li dijî saziyên Kurdan ên li Fransayê serdegirtin hatin kirin û hate destnîşankirin ku ev yek rewşeke sosret e. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, operasyonên ku gelek endamên saziyên Kurdan hatin destgîrkirin, di demekê de hate kirin ku Erdogan bi her awayî mafên mirovan û azadiyê binpê dike. Her wiha hate bibîrxistin ku di vê demê de rejîma Erdogan hewl dide HDP'ê ya ku dengê 6 milyon kesî wergirtiye qedexe bike.

'LIHEVKIRINA BI TIRKIYEYÊ RE BI KRÎMÎNALÎZEKIRINA KURDAN TÊ KIRIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, di demekê de ku li Tirkiyeyê bi her awayî zext û êrişên tunekirinê li dijî Kurdan tê kirin, nabe ku li Fransayê zext li Kurdan bê kirin û hate ragihandin ku ast û çarçoveya operasyonan dibe sedem ku xebatkarên saziyên Kurdan ên li Fransayê weke 'sûcdarê şer ên metirsîdar' bên nîşandan. Di daxuyaniyê de rexne li hikumetê hate kirin ku lihevkirina bi Tirkiyeyê re li ser krîmînalîzekirina Kurdan dike.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Kurdan li Rojava tevî Fransayê bi welatên din ên koalîsyona navneteweyî re li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têkoşîneke bêeman meşandine û hate gotin, lê belê îro li dijî wan helwesteke heneko û zexel tê nîşandan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Erdogan ê bi propagandayeke Îslamî-neteweperest şerê xwe yê qirêj belav dike, bi rêya leşkerên bi pereyan bi kar tîne li dijî Ermen, Kurd û Êzidiyan şer dike.

'BILA PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN'

Saziyên Fransayê diyar kirin ku di heman demê de li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên siyasî bi sûcdariya 'terorîzmê' tên giritn û ji bo PKK'ê bang li Yekîtiya Ewropa û Fransayê kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dem hatiye ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin" biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê hate bibîrxistin ku di 15'ê Mijdara 2018'an de qedexeya li ser PKK'ê hiqûqî nedîtiye. Saziyan hişyarî dan ku Ewropa û Fransa xwe bi vî rengî li pêşberî qanûnan dixe pozîsyoneke li derveyî hiqûqê.

Saziyan xwestin ku dawî li şopandina Kurdên li Ewropa û Fransayê bê anîn û êdî nebin hevparê polîtîkayên rejîma Erdogan. Di daxuyaniyê de herî dawî bang hate kirin ku nirxên mirovî beriya her tiştî bin û dawî li tundî û bêedaletiyê bê anîn.

Saziyên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê wiha ne:

AIAK (Association Iséroise des Amis des Kurdes) ; CGT Isère ; Comité Isérois de Soutien aux Sans Papiers ; Cisem (coordination iséroise de solidarité avec les étrangers et migrants) ; CNT 38 (Confédération Nationale du Travail) ; DAL 38 ; Ensemble 38 ; EELV Isère (Europe Écologie Les Verts) ; FI Isère (France Insoumise) ; FSU Isère ; : JC Isère (Jeunesse Communiste) ; LDH Isère (Ligue des Droits de l'Homme) ; LIFPL (Ligue Internationale des Femmes pour la Paix et la Liberté) : LSR de l'Isère (Loisirs et Solidarité des Retraités ) ; Mouvement de la Paix Isère ; Lutte ouvrière Isère ; MRAP Isère ;

Nustra-América ; NPA Isère ; PCF Isère (Parti Communiste Français) ; PCOF ; PEPS Isère ; Société des lectrices et lecteurs de l'Huma ; Solidaires 38 ; Solidaires Étudiants ; UCL 38 (Union des communistes Libertaires) ; UEC Isère (Union des Étudiants Communistes) 

Daxuyaniya saziyan wê îro li navnîşana 6 rue Berthe de Boîssîeû, Grenobleyê li saziya bi navê Masîson des Assocîatîonsê saet di 10:00 de bê dayin.