Nûçeya Lezgîn: Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

Yekîtiya Ewropayê: Ji bo çareseriya mayînde gaveke erênî ye

Berdevkê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Anouar El Anouni anî ziman ku xwefesihkirina PKK’ê "destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya pêbawer e” û “ji bo çareseriya mayînde gaveke erênî ye.”

Berdevkê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Anouar El Anouni di daxuyaniya dayî de got, "Yekîtiya Ewropayê difikire ku destpêkirina pêvajoyek aştiyê ya pêbawer a bi armanca çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd wê ji bo çareseriya aştiyane gaveke erênî be.”

Berdevka siyaseta navxweyî ya Partiya Kesk a Elmanyayê Lamya Kaddor li ser hesabê xwe yê X’ê got, “Xwefesihkirina PKK’ê û dawîanîna şerê çekdarî ya ku tê payîn ku 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dane, wê bi aştiyane çareser bibe û hêviya ku wê Kurdên li Tirkiyeyê bêhtir mafên xwe bi dest bixin, zêdetir bû.”

Lamya Kaddor  wiha domand: "Ev pêşketin ji bo Sûriyeyê jî agahiyek baş e."