Desthilatdariya Şamê amblema xwe ya nû ya 'neteweyî' da nasandin
Rayedarên hikumeta demkî ya li Şamê amblema neteweyî ya nû eşkere kirin. Hate ragihandin ku amblem wê di demeke nêz de di belgeyên fermî de cih bigire.
Rayedarên hikumeta demkî ya li Şamê amblema neteweyî ya nû eşkere kirin. Hate ragihandin ku amblem wê di demeke nêz de di belgeyên fermî de cih bigire.
Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed El Şaraa li Qesra Gel a li Şamê amblema nû ya neteweyî da nasandin.
Amblem ji wêneyê teyrekî pêk tê ku baskên xwe vekiriye û sê stêrk li ser in ku nîşaneya rizgariya gel e.
Ev sembol wê bikeve şûna bazê Kûreyşê ku amblema dewletê ya berê bû ku di dema dîktatoriya Beşar Esad de hate bikaranîn.
El Şaraa yê HTŞ'yî got, "Nasnameya ku me îro da destpêkirin, nîşaneya qonaxa dîrokî ya nû ya Sûriyeyê ye."
Pênc perîkên li teriya teyr herêmên cografî yên sereke yên Sûriyeyê (Bakur, rojhilat, rojava, başûr û navend) nîşan dide. 14 perîkên li baskên teyr jî bajarên welêt û sala 14'emîn a serhildana sala 2011'an nîşan dide.
Ev sembola Sûriyeyê ya nû wê mehên bê di kartên nasnameyê, pasaportan û belgeyên din ên fermî de bê bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve Esad El Şeybanî îdîa kir ku Sûriye wê di bin sîwana amblema nû de "Cihê xwe yê li qada navneteweyî" careke din bi dest bixe.