Zeynep Dûrgût: Gef li me tê xwarin, ji ber ku me rastî raxist pêş çavan

Rojnamevan Zeynep Dûrgût ku malbata Kenan Tatar ê ku ji doza ‘Çeteya Fûhûşê’ tê darizandin gef lê xwar, anî ziman ku rojnamevanên rewşa riziyayî û heqîqetê radixin pêş çavan, di vê dema antî demokratîk de timî dibin hedef.

ZEYNEP DÛRGÛT

Rojnamevanên li Kurdistanê ji ber nûçeyên xwe dibin hedefa çeteyan. Bi taybetî xebatkarên Çapemeniya Azad ji ber nûçeyên xwe di hedefa çeteyan de ne. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût li Şirnexê ‘Çeteya Fûhûşê’ kifş kir, lê belê malbata Kenan Tatar ê ku di dosyayê de kiryar e, gef li Zeynep Dûrgût xwar.

Rojnamevan Zeynep Dûrgût ku çeteya fûhûşê gef lê xwar, bersiv da pirsên ANF’ê û ev nirxandin kir:

“Ji dîrokê heta vê serdemê mîrateyeke heqîqetê heye u ji Apê Mûsa digihêje Gûrbetelliyan. Rojnamevanî ji bo me parastina heqîqetê ye, meşa li ser vê rêyê ye. Rojnamevanî ji bo me rêwîstiya heqîqetê ye.

Lewma di nava rastiya civakî de li hemberî heqîqetê her tim hêrsek heye. Ji ber ku rastî ditirsîne, aciz dike û ronî dike. Ya gef li rojnamevanan tê xwarin, ya jî têne binçavkirin, ya jî girtin. Eger hûn rojnamevan bin li vî welatî di her kêliyê de tiştek dikare bê serê we, divê hûn bi rengî bixebitin.

Li gel mafdariya xwe jî em nayên parastin, sûcdar têne dîtin û cezakirin. Lê belê tiştek heye ku em jê bawer dikin; zirxê ku me diparêze heqîqet bi xwe ye, baweriya bi heqîqetê ye. Bi bê ceza hiştina kuştinê, bi parastina kiryaran ji darizandinê û cezayê sivik gefa li hemberî rojnamevanan tê teşwîqkirin. Li cihên ku serxwebûna dadgeriyê lawaz e ev rewş hîn şênber dibe.

Li welatên ku azadiya çapemeniyê tê kêmkirin, zext li ser azadiya îfadeyê heye, gef zêde dibe. Ji ber ku rojnamevanî mekanîzmayeke kontrolê ye, avaniyên otorîter ji vê aciz dibin. Ji ber ku saziyên medyayê bi hin komên siyasî re dibin yek, rojnamevan weke ‘berdevkê aliyekî’ têne dîtin. Ev yek jî dibe sedem ku gef û êrîşên hin kes an jî koman bêne rewakirin.

Ji ber ku rojnamevan bi rengekî têrker piştevaniya hev nakin, ji ber ku yekîtiyên pîşeyî lawaz dimînin an jî bê bandor dimînin, rojnamevan hîn bi tenê û bê parastin dimînin.”

‘DEMA KU MIJAR DIBIN ROJNAMEVAN, DADGERÎ BÊDENG DIMÎNE’

Zeynep Dûrgût anî ziman ku zext û gefên cidî li xebatkarên çapemeniya azad têne kirin û got, “Li gelek welatan bi taybetî jî li welatên ku meyla otoîteriyê lê heye, dadgerî ketiye bin bandora rêveberiyê. Ev rewş jî li pêşiya darizandina kiryarên ku li hemberî rojnamevana sûc kirine dibe asteng. Kom an jî kesê ku gef xwariye eger pêwendiya xwe bi hêza siyasî re hebe, dosya yekser tê nixumandin û bi biryara neşopandinê bi dawî dibe.

Dema rojnamevan dibin hedef bi giranî ‘refleksa hiqûqî’ nayê bikaranîn, lê belê rojnamevan ji ber nûçeyekê dibe hedefa dadgeriyê, heman mekanîzmaya dadgeriyê bi lez dikeve dewrê. Ev yek nîşan dide ku dadgerî li gorî konjonktura siyasî tevdigere. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku bi cotstandartiyê tevdigere.

Ji bo dadgerî bikeve nava liv û tevgerê zexta raya giştî girîng e. Lê belê di nava civakên ku bûne du parçe û li ber hev radibin, gefên li ser rojnamevnaan li nava derdoreke berfireh têne rewakirin. Medya jî li hemberî vê bêdeng dimîne. Ev jî li pêşiya zexta li ser dadgeriyê dibe asteng.”

‘EM HEQÎQETÊ DINIVÎSÎNIN’

Zeynep Dûrgût bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û got, “Li hemberî zext, gef, binçavkirin, girtin û sansura li dijî rojnamevanan, têkoşîna herî bi wate ya ku em bimeşînin, divê ew be ku em hîn bêhtir nûçeyan çêbikin, raxistiyê bêhtir raxin pêş çavan û ya nebaş hîn bêhtir kifş bikin.Têkoşîn bi vî rengî dibe.

Ji bo me rojnamevanan her der divê qada têkoşînê be û bi vî rengî têbikoşin. Eger hûn di eşkerekirina rastiyê de bi biryar bin, rastî jî wê bi we re be; yên heqîqî wê bi we re bin.

Lewma em rojnamevan hem li qadê hem jî li derveyî qadê divê em piştevaniyê ji hev re bikin. Piştevanî wê me xurt bike.

Rojnamevan divê bi vê yekê zanibin: Em nebin kes wê me neparêzin. Ji ber ku em pîşeyekî welê dikin ku bi nûçeyên xwe her beşê aciz dikin; heqîqetê dinivîsînin. Lewma têkoşîna ku em ê bimeşînin pêwîstiya xwe hîn bêhtir bi xwestin û biryardariyê heye.”