TJK-E’yê banga çalakiya lezgîn kir
TJK-E ji bo çalakvanên ku bi rojan e li Tişrînê rastî êrîşên qirker ên dewleta Tirk tên, banga çalakiya lezgîn kir û got, "Werin em xwe li dora vê berxwedana dîrokî kom bibin."
TJK-E ji bo çalakvanên ku bi rojan e li Tişrînê rastî êrîşên qirker ên dewleta Tirk tên, banga çalakiya lezgîn kir û got, "Werin em xwe li dora vê berxwedana dîrokî kom bibin."
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkildarî komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî gelê sivîl ên li Bendava Tişrînê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Dewleta Tirk a dagirker bi rojan e bi balafirên bê mirov û çekên giran êrîşî gelê ku li Bendava Tişrînê nobetê digirin dike. Dewleta Tirk li ber çavê raya giştî ya cîhanê, ji bo berjewendiyên xwe û tunekirina destketiyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî dijwar dimeşîne. Di pêvajoyeke wiha ku hemû netewe di pêşengiya berxwedana jinê de xwe bi rêxistin dikin, em bang li hemû gelê xwe dikin, di serî de jin û ciwanan ku li dora vê berxwedana dîrokî kom bibin.”