BI DÎMEN

Ji bo şehîd Welat Qerejdax sersaxî hat danîn 

Ji bo şervanê azadiyê Welat Qerejdax ê ku kedeka mezin da Şoreşa Rojava û di meha Cotmehê de şehîd bû li Hanauyê sersaxî hat danîn û hat bibîranîn.

Li bajarê Hanau yê Elmanyayê ji bo şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Welat Qerejdax (Seyîdxan Temel) çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. 

Bibîranîn li Navenda Civaka Kurd a Hanauyê hat lidarxistin û xizmên şehîd Welat Qerejdax ên ku li Elmanyayê dijîn û gelek Kurdistanî beşdar bûn. 

Bibîranîn ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana şehîd hatibû amadekirin, hat pêşandan.

Xwişka şehîd Qerejdax Rahîme Qerejdax spasiya kesên ku piştgirî daye malbatê û beşdarî bibîranînê bûne, kir.