Şehîdên Meha Cotmehê li Parîs û Reimsê hatin bîranîn
Şehîdên Meha Cotmehê di şexsê fedaiyên Tabûra Nemiran Asya Elî û Rojger Hêlîn de hatin bibîranîn û hat gotin ku divê xwedî li berdêlên hatine dayîn were derketin.
Şehîdên Meha Cotmehê di şexsê fedaiyên Tabûra Nemiran Asya Elî û Rojger Hêlîn de hatin bibîranîn û hat gotin ku divê xwedî li berdêlên hatine dayîn were derketin.
Şehîdên Meha Cotmehê di şexsê fedayiyên Tabûra Nemiran de li banliyoya Grigny a paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Reimsê hatin bîranîn.
PARÎS
Li banliyoya Gringy a Parîsê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komîsyona Malbatên Şehîdan (KOMAW) di şexsê şehîd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş), Rojger Hêlîn û Asya Alî yên ku li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina di şexsê şehîd Rojger Hêlîn û Asya Alî yên ku li dijî TUSAŞ’ê ya Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.
PIştî axaftina vekirinê li ser navê malbatên şehîdan Çetîn Amed axivî û got, "Yên rêya me ronî dikin û ji bo Kurdistana azad canê xwe feda dikin, yên di nava refên PKK'ê de têdikoşin in."
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Şervan Wan diyar kir ku ciwan wênxwedî li mîrateya şehîdan derkevin û destnîşan kir ku PKK hêviya dawî ya mirovahiyê ye.” Şerwan Wan wiha domand: “Endamên Tabûra Nemiran ên ku çalakiya fedaî kirin ji bo mirovahiyê canê xwe feda kirin."
Şervan Wan bang li malbatên Kurd ên welatparêz kir û anî ziman ku divê zarokên xwe bi paradîgma û felsefeya Rêber Apo mezin bikin, di vê têkoşînê de bibin xwedî îrade û wiha pêde çû: “Her kesî di wextê xwe de bedel dane û êdî divê xwedî li van bedelan were derketin."
Piştî axaftina tevgera ciwanan li ser navê Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan Lamya Mêrdîn axivî. Mêrdîn da zanîn ku di şexsê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hemû jin li dijî teslîmiyeta li ber xwe didin û bi Têkoşîna Azadiyê re hatin ba hev.
Piştre sînevîzyona li ser jiyana Rojger Hêlîn û Asya Elî yên ku li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, hat temaşekirin û nameyên ku beriya çalakiyê li pey xwe hiştibûn hatin xwendin.
Di dawiya bîranînê de Adil Botan li ser pêvajoya siyasî axaftinek kir û banga tevlîbûna meş û mîtînga ku li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê lidarxistin, kir.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.
REIMS
Li bajarê Reıms ê Fransayê di şexsê Fermandar Bêrîtan, Asya Alî û Rojger Helîn ên bi çalakiya TUSAŞ a Enqereyê hatin nemirbûn, ji bo Şehîdên Meha Cotmehê bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Bîranîn bi pêşengiya Komuna Jinên Kurd a Xwebûn ve li Komeleya Çanda Kurd a Arîn Mîrkan hat lidarxistin. di bîranînê de nameyên fedaî Asya Alî û Rojger Hêlîn hatin xwendin û sînevîzyon hat pêşandan.
Li ser wesiyeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku di sala 1992'an de bi berxwedana xwe ya li hemberî xeta îxanet û teslîmiyetê nemir bû, helaw hat belavkirin û banga meşa 16'ê Mijdarê ya Kolnê hat kirin.