BI DÎMEN

Ciwan li Stuttgartê meşiyan: Ji Rêber Apo re azadî!

Ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê meşiyan.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya endamên TCŞ û TekoJIN’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek bi heybet hat lidarxistin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi daxuyaniyên endamê TCŞ'ê Çavşîn Hezex dewam kir.

Çavşîn Hezex diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin û got, “Weke ciwanên şoreşger em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ê li ser şopa hevrêyên xwe yên çalakiyên fedaî pêk anîne, bin û mîrateya ku ji me re hiştine em ê bikin perspektîfa xwe û pêk bînin. Em ê bi ruhê şehîd Asya Elî û şehîd Rojger Hêlîn heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Her roj êrîşî nirxên me dikin. Rêya me rêya ku her tim Rêber Apo nîşanî me dide ye.”

Çavşîn Hezex di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûna mîtînga 16’ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê bû lidarxistin kir.

Kurdistaniyan piştî axaftina Çavşîn Hezex dest bi meşê kirin, di tevahiya meşê de bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyê Rêber Apo ne" û "Freiheit fur Ocalan, Frieden in Kurdistan" berz kirin.

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.