BI DÎMEN

Dewleta Tirk a dagirker li Mannheimê hat protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bi armanca qirkirinê pêk tîne, li Mannheîmê bi mîtîngekê hat protestokirin.

Li ser banga Defend Kurdistan, bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mannheimê û Lûdwîgshafenê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê li bajarê Mannheim ê Elmanyayê hat protestokirin.

Di mîtîngê de qirkirina dewleta Tirk li Kurdistanê bi wêneyan, pankartan û berzkirina dirûşmeyan hat hat protestokirin.

Di mîtîngê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker ji 24’ê Cotmehê ve êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Başûrê Kurdistanê dike û di van êrîşan de gelek sivîl di nav de zarok jî hene jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êrîş bi armanca qirkirinê hatine kirin û hat gotin, “Ev êrîş hemû rêgezên hiqûqa navneteweyî û mirovahiyê binpê dikin. Ev li dijî peymanên mafên mirovan e û di heman demê de li gorî qanûna şer sûcek eşkere ye."

Nûnerê MLPD Mannheimê jî axaftinek kir û got, “Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin ku di rêya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de rolek aktîf lîst. Em bi lezgînî daxwaza avakirina herêmeke qedexe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Em bang li her kesî dikin ku dawî li bêdengiyê bnin û xwedî li aştiyê derkevin.”

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Kurdistan" û "Hoch die Internationale Solidarität" hatin berzkirin.

Di mîtîngê de banga tevlîbûna Meşa Azadiyê ya 16’ê Mijdara 2024’an li Kolnê hat kirin.